.


:




:

































 

 

 

 


8




Êvaran, dema beranberdanê, gava di ezmanan da cêrgeya siteyrkên Berên xuya dibûn, êzdî berbirî ruhan dibûn, digotin: Ya Beranê, ya Memê Şivan, hûn pezên me zêdekin.

Bona zêdekirina jimara pêz heytholeke dînî jî dikirin: Roja beranberdanê kalek dikete nava kerîyê pêz, ji pişta pêz hirî dirûçikand, dikire baq, datanî ser pişta jina xwe û jina wî jî di cîyê xwe da hildiqoşîya û h.w.d.

Wek ku berhemên êtnografî û folklorê nîşan didin, beran di nav kurdan da ji demên buhurî wek tiberk hatîye hebandin. Heykelên li ser mezelên kurdan vê yekê îzbat dikin. Heykelên berên ne tenê li ser mezelan hene, lê herwiha li ser xalîçe û berrên kurdan da jî hatine nitirandinê û ew nexşeke xalîçeyên kurdan ya sereke ye.

Em dibînin, ku di paşdemê da ruhên Xwedayên pûtperestîyê ketine nav bedenên ruhberên ku li ezmanan û nava tebîyetê da ne, ketine nava bedenên Royê, Hîvê, Siteyrkan û têne hebandinê.

Di nav bawermendîyên kurdan da siteyrka bi navê Pêwr û Mêzîn jî tê hebandinê. Şirovekirina vê termê bi malhebûnê va girêdayî ye, ango bi xebatê û deranînê va, ji ber ku ew bi mêzînê û terezûyê ra girêdayî ye. Cêrgeya siteyrkan ya bi navê Pêwr û Mêzîn êvaran li ezmanan xuya dibe û dide xuyakirin, ku dema kişandin û pîvandina ekinê gîhandî hatîye.

Di nav kurdan da bawerîya cêrgeya siteyrkan ya bi navê Hirç heye, ji ber ku siteyrkên di nav wê cêrgeyê da dibişine hirçan. Êzdî ser wê bawerîyê ne, ku ev siteyrk bi çavekî qenc li merivan dinihêre û hazir e herdem bê hewara merivan.

Di bawermendîyên kurdan da cêrgeyên siteyrkan yên bi navê Ga, Gamêşqiran û yên mayîn hene û derheqa vana da berhemên êtnografî û folklorî ne pir i.

Di nav êzdîyan da merivên wisa hene, ku bi siteyrkzanebûnê va mijûl dibin, ango şirove dikin ka kîjan siteyrk nîşana kîjan Xwedayî ye, rola wê çi ye, kengê dertê û h.w.d. Ji wan ra siteyrkzan digotin.

Koçekên siteyrkzan zanebûnên xwe surî xwedî dikirin, îlan nedikirin û ew yek wisa şirovedikirin, ku Xwedêgiravî ew nêzîkî siteyrkan in, pêwendîyên wan bi ruhberên wira ra hene, yên ku derheqa qewmandineke tebîyetê da wana agahdar dikin. Bona gotinên xwe îzbat bikin, ku Xwedêgiravî ew wan ruhberan, horî û melekê li ezmanan dibînin, bi wan ra dipeyîvin, koçek heyteholên dînî derbaz dikirin. Eger merivê nexweş berê xwe dida wana bona qenc bibe, koçek ji mal derdiket bona Xwedêgiravî siteyrka wî nexweşî bibîne û dîyar bike, çomaqa xwe ya batinî dihejand, bona Xwedêgiravî siteyrkan ji hev bela bike, da ku siteyrka nexweş jê ra xuya bibe. Piştî van heyteholan koçek berê xwe dida qewim û lêzimên merivê nexweş û ji wan ra digot, ku siteyrka wî geş e, an jî temirî ye.

Koçek elamî merivan dikirin, ku eger ewana siteyrkan nehebînin, bawerîya xwe bi wan neynin û seba xatirê wana qurbanan nedin, ruhên wan dikarin hêrs bikevin û ew yek dikare bibe sebebê xelayê, birçîbûnê, nexweşîyan û bedbextîyên mayîm[269].

Bi bawerîya gel meriv dikaribû ji cîwarbûna siteyrkan tê derxista ka wê çi bê serê merivan û heywanan, di cihanê da çi qewmandin dikarin bibin.

Gorî şirovekirina koçekan siteyrka Pêwr û Mêzîn himberî siteyrkên din diha xurt û bi hêz e, tesîra wê li ser merivan, tebîyetê, ekindarîyê diha pir e, ne ku ya Siteyrka Hirç.

Êzdî bawer dikirin, ku eger zar di wê demê da ji diya bibe, gava Siteyrka Geş ji alîyê rohilatê va xuya bibe, ewê bibe mêrxas û wê di jîyana xwe da bextewar be, lê eger di jîyana wî da çavê wî ji siteyrkan cara pêşin li siteyrka Riya Kadiz bikeve, ewê bibe diz û qaçaxekî bi nav û deng. Eger di roja bûyîna zarê da ewran dor li siteyrka Siteyrka Geş bigirta, ewê bextreş bûya.

Êzdî bawer dikin, ku bi cîwarbûn û heja siteyrkan va meriv dikaribû tê derxista ka wê di paşdemê da di jîyana zara sava da çi bûyerên berbiçav bûna, ewê bigihîje çi armancê, axirî û aqûbeta wî wê çawa be.

 

 

- . , , , , , , .

, , .

- " " (Steyrka sbê), . . , .

-, , , (bereket).

, , , .

- : [270], , / / , , , .

.

., , : " , , " " , , ".[271]

. " " . , - , . "" , , . .

, . "" Capo , , :

 

,

,

,

, ,

, ,

, .

( )

 

, , , "", , , : " , " Ewledên me, bira steyrkê we hertim geş be).

, / /, , - , .

"/ // :

Steyrno, steyrno, steyrnê geş,

Me binherin, me vê şayê,

Rehma we li bǔk ǔ zevê. [272]

, , ,

, ,

.

 

, , .

, , , , .

. . (Rya kadiz)[273], . , , :

-, , , !?

, , , . . , .

(Rya kadiz) . " ", " " " ", , .[274]

- " " (Steyrka avê), . .

" " (Koma sêwya), . , . - , , , . . , .[275]

.

" " (Karvanbir), . , .

, . , " " , - . - , . , . -, .

, . , . - . , . , " ", . , . , . , , , . , , .

, , .

""

(Beran) - . , -, . , , , , .

, . , , , , .

, , . , : ", , , " (Ya Beran, ya Mamê Şvan, pezê me zêdeke!). , / , / , : , , .

, , . , , . , .

- , , , , .

- "" (Peyrmêzin). - , . , .

"" , . , .

, , .

, , "" - (Steyrkzan).

- "" , , , , , , . , , , . , , , , , , , . , - (Wê geş be yanê bitemire).

, , , , .[276]

, , .

, , .

, "" , , , , , "".

, " " (Steyrka geş), , , " " (Rya kadiz), . , " " , .

, , , , , , .

 

 

16. Hebandina Ewran, Birûskê, Keskesorê

Di bawermendîyên kurdan da qewmandinên tebîyetê Birûsk, Firtona, Keskesor, Baran,Teyrok, Erdhej, Tendûrek, Firtone, Lêhî û Lêmişt cîyekî mezin digirin. Kurd hebûna van bûyerên tebîyetê bi ruhên qenc û xirab va şirove dikin.

Merivên berî dewrana me texmîn dikirin, ku qezîya û belayên wî awayî çi dikarin bînine serê merivayê, di pêşda hazirîya xwe didîtin. Êzdî ser wê bawerîyê ne, ku her qewmandineke tebîyetê bi ruhên qenc û xirab va girêdayî ye û nav li wan dikirin. Ji wan qewmandinan navê ya here eyan Mamereş e.

Wek ku di jîyana gelek miletan da, herwiha di jîyana kurdan da jî sêrbazî roleke giring lîstîye. Kurdan bi qewmandinên tebîyetê yên jorgotî ra girêdayî heyteholên sêrbazî kirine. Wek nimûne, bona baran bibare, Bûka baranê çê dikirin. Ji zaran yekî ew bûk digirte destê xwe, tevî komeke zaran mal-mal digerîyan û distiran:

 

Hatîye vira bûka baranê

Bidin hêka, canê-canê

Bidin penêr, canê-canê

Bidin rûn, canê-canê

Bidin êmîş, canê-canê

Mamereşê, bide baranê.

 

Di malan da bi derdanan av direşandine ser bûkê û rûn, hêk û penêr û tiştên din didane hatîyan. Dawîyê zaran ew bûk davîtine çemekî.

Bona baran bibare, sêrbazîyên din jî dikirin: zarek bi kincan va dikete çêm, ji binê çêm kevirekî biçûk derdixist, dibire goristanê, davîte ser mezelê kesê kuştî û digot:

 

Baran were

Baran were

Mamereş, baranê bide.

 

Di nav êzdîyan da Tasa Mamereş jî hebû, ku di nav da bi herfên erebî navê Mamereş û çend taybetmendîyên wî hatîye nivîsar.

Êzdîyên Ermenîstanê bona baran bê hewara xwe li wê tasê dadixistin. Di dema hişkîyê da şêxekî ew tas digirte destê xwe, ser banê malê disekinî û tas di destê xwe da hîvî ji Mamereş dikir, digot:

 

Mamereşo, Mamereşo

Mamereşo, tu xeyb î

Em gune ne Mamereşo

Baranê bide, Mamereşo [277].

 

Li Laçînê, wextê hişkîyê bona baran bibare jinên kurd cêr didane ser milên xwe, diçûne ber kanîya nêzîkî gund û bi kefa destên xwe av direşandine ser hev û bi wê yekê va ji ruhê baranê Suleyman hîvî dikirin, ku baran bibare. Ew jin herwiha di çêm da xwe li avê dixistin û ji ruhê baranê Suleyman hîvî dikirin, ku ji ezmanan baran bibarîne[278]. Suleymanê kurdên Azirbêcanê xên ji wê yekê, ku ruhê baranê bû, herwiha ruhê xebatê bû jî.

Ev heyteholên sêrbazî yên bona baranbarandinê bi xebatên xwelîbêcerkirinê û ekindarîyê va hev dihûnandin.

Dema gurregurra ewran jinên êzdîyan kevirek hildidan, ser serê xwe va kewkî dikirin û digotin:

 

Bira hasileta me pir be

Pîrê ewran, hasiletê bide

Mamereş, hasiletê zêde bike [279].

Teyrok û lêhî qezîyayên tebîyetê yên here bi xeter bûn. Wana çandinî dêris dikir û ziyaneke mezin digîhande merivan.

Êzdî bawer dikirin, ku teyrok tenê wî çaxî dihat, gava meriv Mamereş ji bîr dikin, qurbanan nadin bona ber dilê wî da bên, lema jî ew hêrs dikeve û bona çandinîyan xirab bike û zirarê bide merivan, ji ezmanan bi elek û bêjingan teyrokê dibarîne. Teyrok tirs û saweke mezin dikire dilê êzdîyan.

Bona sekinandina teyrokê ewana firsendên ha bi kar dianîn: ji şêmîka malê hûrikên hesin û hesinên xaçkirî kewkî der va dikirin û wisa bawer bûn, ku ruhên neqenc ji hesinan ditirsin. Dua li Mamereş dikirin, ber dilê wî da dihatin bona ew gunehê xwe li merivan bîne û teyrokê bide birînê.

Di bawermendîyên eşîreke gurcan sivanan da jî teyrok nîşana neqencîyê ye, dêw serokatî lê dike û cîyê wî dêwî li ezmanan e. Di ruhê teyrokê da carna daxazek peyda dibe, ku peyayî li ser erdê be û li wir seyranê bike[280].

Di bawermendîyên kurdan da ruhber Ebabirûsk jî derbaz dibe. Eva peyva ji du gotinan e: Eba, ku tê maneya ruh û gotinabirûsk, ango Ruhê Birûskê. Gorî êzdîyan ev ruh xirabkar û ziyandar e.

Di mîtologîya kurdan da Birûsk bi fermana ruhê Ebabirûsk emel dike û ew ruh kirên here kirêt û ziyankar ji bo merivan û heywanan dike, ji ber ku di rûyê wê da meriv dimirin, heywan qir dibin, agir û alav li her deran dikeve.

Gorî mîtologîya kurdan Mamereş, Ebabirûsk û ruhên din yên neqenc ji alîyê Xwedayê xirabîyê Ehro da têne serkarîkirinê û rêvabirinê.

Ehroyê di mîtologîya kurdan da Ehrîmanê farizan e, ku ew jî Xwedayê xirabîyê û neqencîyê bû. Ehro xwedayekî celat, kirêt, wehş, zordar e û di bawermendîyên kurdan da ew wek ziyayê duserî an jî dêwê bêhûde kivş dibe û zirarê dide ruhberan û bendeyan.

Gorî bawerîyên farizan birûsk tenê bi fermana Ehrîman birq vedida, lê gurre-gurra ewran (bal êzdîyan Ebabirûsk e) dengê birûskê ye.

Gorî gotina binecîyê gundê Pampa Kurdan li navçeya Aparanê, komara Ermenîstanê Evdo êzdî dîharbûna birûskê wa şirove dikin: Gava Ehro kal dibe, nikare rê here û bilive, nikare dengan derxe, ango zar û zimanê wî dikeve hev, dewsa wî Ebabirûsk hêrs dikeve û dengan derdixe, di dema hêrsê dike gurre-gurr û ji devê wî tîrên agirî yên sincirî derdikevin û ji wan jî birûsk çê dibe.

Gorî êzdîyan birûsk li wî merivî dixist, yê ku gelek guneh kiribûn, Melekê Taûs û ruhên qenc bi bîr ne dianî.

Eger birûsk li merivan xista, wisa bawer dikirin, ku ew cezayê gunehên wî ye. Mala ku ji birûskê agir pê ketibû, nikaribûn vêsandana (bitemirandana), ji ber ku ew cezayê Xwedê bû. Goştê pez û dewarên, ku birûskê lê dabû, nedihate xwerinê[281].

Derheqa Birûskê da bawerîyên wa em bal kurdên Azirbêcanê jî dibînin. Gorî wana di ezmanan da siyarîyek bi şivdarê agirpêketî va difire û dema siyarî bi wî şivdarî li hespê xwe dixe, birq dixuliqe û ji tîrên wan birqan birûsk çê dibe.

Bi bawerîya êzdîyan ewir, ku ji alîyê Mamereş da tê serekvanîkirinê, hulma devê Ebabirûsk e. Dema ewir reş dibin, ew tê wê maneyê, ku Mamereş û Ebabirûsk hêrs ketine û dikarin zirarê bidine merivan. Gorî êzdîyan, dema şîrê pez û dewaran kêm dibe, sebebê wê yekê birûsk e. Lema jî bona şîr kêm nebe, dema birqvedana ewiran, pez û dewar dajotine goman û tewleyan. Ev edet îro hema bêje hatîye jibîrkirin.





:


: 2016-11-18; !; : 346 |


:

:

: , , , , .
==> ...

1512 - | 1385 -


© 2015-2024 lektsii.org - -

: 0.069 .