.


:




:

































 

 

 

 


5




 

Baran, baran bibare

Xêr û bereketê bîne bi xwe ra

Ya Mamereş [211], baranê bîne bi xwe ra.

Bi avê va girêdayî heyteholên dînî yên din jî hene.

 

Di dema korlixîyê da, bona baran bibare, jin karê cot dikirin. Bona erd bereket be, ewana baharan, di dema çandinîyê da diçûne deştê û av ser xwe da dikirin.

 

 

- , , , , , . , , , "" / /.

. - . " ". , .

. , , . , , . , , , . . .

, , , . .

, , , , .

, . .[212]

. , , , , " " / /.

. , - , . , , . , "" , , , .

- 10-20 " " / / .

, , , " ". , . , . , , "".[213]

-, , , , .

. : " . , ".[214]

, .[215]

. " " :

 

Çemê Mûrad teme-teme,

Cinê wê rabûye, duaê bikin,

Pez şerjêkin, xudê reme.

, ,

, ,

, .

 

- , , . .

"" - - , .[216]

, "" . / " "/ 1952.

, , . .

-, , , , , , , , .. . , .

" " (Iskenderê dustrû) " " , , .

" " . , , , - " " / /, . , . O , , , . - . , . - , . .

. . , , " " / /, , , , , :

 

Baran, baran, bibare,

Xêrê bereketê bîne xwera,

Mamareş, baranê bîne xwera.

 

, .

,

, , .

 

, . , , , , .

 

12. Hebandina çiyan, keviran û şikevtan

Di bawermendîyên kurdan da hebandina çiyan, keviran û şikevtan cîkî berbiçav digire, ku rehên wê yekê diçin digihîjine demên berî dewrana me.

Berê piranîya kurdên Ermenîstanê jîyana koçerîyê û nîvkoçerîyê derbaz dikirin. Ewana piranîya salê bi pez û dewarên xwe va li zozanan bûn, çiya miskenê wan bû. Bêy hêşinaya wan çiya, hewa paqij koçer emirê xwe texmîn ne dikirin. Çiya bi kanîyên xwe yên zelal emir didane merivan û heywanan. Çiyayên Elegezê, Bozutluyê, Erdewidê, Arayê ji wan çiya bûn.

Serketinên kurdan di hêla aborî da gelekî bi çiyan va girêdayî bûn. Gorî kurdan ew warên wisa bûn, ku ruh didane merivan bona ew tama keda xwe ya helal bihesin.

Yek ji çiyayên navçeya Aparanê çiyayê Ardewid e, ku êzdî wî dihebînin. Gorî şirovekirina binecîyê gundê Elegezê Ademê Silto, Ardewid navekî ermenkî nîne, çiyayekî wisa li herêma Entabê da jî hebûye. Gava êzdî hatine li navçeya Aparanê bi cîh bûne, hêşinaya wan deran şibandine hêşinaya çiyayê nêzîkî Entabê, lema jî ev nav lê kirine.

Bi gotina gotîyan êzdî dema hazirîya xwe didîtin ji Entabê derkevin, bi emirê Melekê Taûs ruhên çiyayên wan deran bi xwe ra anîne bona ew ruh ji wan ra bibin pişt û berpal[217].

Êzdî salê carekê hildikişîyane serê wî çiyayî û bona xwe ji nexweşîyan xilaz bikin, qurban didan, li serê çiyê di erdê da korên biçûk dikolan û wek qurban pereyên hesinî davîtine wira û ser wê bawerîyê bûn, ku ew pere wê bigihîjine ber ruhê Ardewid. Dizîya wan pereyan tiştekî guneh dihate hesibandin.

Êzdî çiyayê Bozutluyê li navçeya Talînê jî hebandine. Derbaharê êzdî bona ekindarîyê û hasileta pir hildikişîyane serê wî çiyayî, qurban didan, heyteholên cûrbecûr derbaz dikirin.

Hebandina çiyan him bal êzdîyan, him jî bal gelek miletên din bi heyteholan derbaz dibin, ku pevgirêdana wan bi hişyarbûna baharê va girêdayî ye, wek Newroza kurdan û farizan, ku bûyer û dîdemên wê cejinê bi baharê va girêdayîne. Wan rojan kurd diçûne çiyê bona ekinê baş bistînin, heyteholên dînî derbaz dikirin. Ji xwelîya çiyê çengek dikirine nava avê û direşandine ser serê zara nexweş, şêxê rex zarê sekinî jî dua li ruhê çiyê dikir, ku wî ji nexweşîyê biparêze.

Gateya sala teze, ku jê ra Kiloça serê salê digotin, ker dikirin, di nav hatîyan da parevedikirin[218].

Êzdîyên Ermenîstanê çiyayê Ara jî hebandine, ku di navçeya Aştarakê da ne. Ziyareta Sûrb Hovhannês li tepeya wî çiyayî da ne û ew ziyaret ji alîyê ermenîyan, paşê jî êzdîyan va hatîye hebandinê. Kesên dihatine vî çiyayî, ku di nav wan da dîndarên êzdî jî hebûn, her bahar bi xwe ra pez û dewarên bona qurbanê dianîn. Goristana Varvarayê jî li wir e, di şikevtekê da ne, ku ji dîwarên wê herdem av diniqitî.

Piştî ku li serê çiyê qurban didan, kesên nexweş ava ku ji dîwarên şikevtê dişirikî vedixwerin, li çavên nexweş dixistin, rex mezel mûm vêdixistin, ew bi dîwarên şikevtê va dizeliqandin. Dîndar axa çiya radimûsan, diketine şikevta Varvarêyê, pere davîtine ser goristanê û di wan deman da papazek ber mezel disekinî û dua dikir[219].

Maneyeke derbazkirina wê cejinê li berpala çiyayê Arayê ew e, ku tebîyet ji zivistana bêzar hişyar dibe û meriv û heywan jî wek wan hişyar dibin, dikevine nava gêjgerînga kar û xebatê.

Gr. Xapansyan gava derheqa wan ermenîyan da dipeyîve, ku Ara Gêxêsîk dihebînin, dinivîse: Ermenî ji demên buhurî di çiyayê Ara da bahar, hişyarbûn, jîyaneke nû, xweşbextî dîtine[220].

Hebandina çiyan xwesma di folklora kurdî da bi awayekî geş xuya dibe. Di hikyata Nedîne da du dilên bengî di rûyê erf û edetên eşîretîyê da nikarin bi mirazê xwe şa bibin. Xortê bengî Nebo hewara xwe li ruhên çiyayê Xaltaxçîyê[221] dadixwe. Gava ew berbi çiyê diçe, çiya diqelêşe, ji hundurê wî keçeke kaw û nazik dertê û di ber dilê Nebo da tê, ku Nedîne wê eseyî para wî keve. Xort gava vedigere mal, dewsa holika xirabbûyî, qesireke bedew dibîne û Nedîne tê da li benda wî ye.

Derheqa hebandina çiyan da di hikyatên ermenîyan da jî derbaz dibin. Di hikyata Zara ku hevîr dixwe da mêrxas dibîne ku çiyayê wan qelişî, dergehek vebû, kerîyê pêz xweber kişîya kete navê[222].

Hebandina çiyan ji demên pûtperestîyê tê û tu eleqê wê bi xaçparêzîyê, mehmedîyê û dînên mayîn va tune.

Him warên êzdîyên Ermenîstanê, him jî yên navçeya Mûsilê çiyayî ne.

Hebandina keviran, zinaran, şikevtan, ku ji dem û dewranên kevnare tên, heta niha jî bal kurdên êzdî hatine parastinê.

Êzdî bawer dikirin, ku ruhên xwe li çiya veşartine, dikarin derbazî nava keviran, zinaran, şikevtan bibin û ji wir carek din vegerine warê xwe yê berê.

Rex gundê Cercerîsê navçeya Aparanê kevirekî mezin hebû, ku êzdî jê ra Kevirê Ardawid digotin û ser wê bawerîyê bûn, ku ew wargehê ruhê çiyê ye. Bi bawerîya êzdîyan ruhê çiyayê Ardawid gava hêrs diket, ji çiyê derdiket û dikete nava wî kevirî.

Di navbera gundên Gelto û hêwirgeha Elegezê, ku li navçeya Talînê, komara Ermenîstanê da ne, di gêlî da çingil (koma keviran) heye, ku rêwî wextê rex ra derbaz dibûn, her yekî kevirek davîte wir û digotin: Derd û belayên me bide bêrîyê (bela bike). Li rex wî çingilî şikevtek hebû, li wir, gorî şirovekirina binecîyê gundê Gelto Ayîb, xudêgiravî ruhên merivên neqenc dimînin, ku bi şev dibin gornepişîk, li ser riya disekinin û merivan ditirsînin.

Nêzîkî gundê Camûşvanê, navçeya Aparanê, ziyaretek heye, ku dîndar bona ji nexweşîyan xilaz bibin, keviran davêjine hundurê ziyaretê.

Rêçên hebandina keviran em di nav erf û edetên dawetê da jî dibînin. Berê, gava bûk dibirine mala zava, guhê birayê bûkê tim li ser wê bû, ku di dema jimalderxistinê, siyarkirinê û ber derê zavê peyakirinê merivên xêrnexwaz nêzîkî wê nebin û xirabîyan nekin.

Karên xirabîyê hindava bûkê an jî zavê bi çend awayî dihate kirinê. Pîrên ku dijminaya mala bûkê an jî zavê dikirin, bona hêza zavê ya şeva pêşin bişkênin, ku zava nikaribe here cîyê xwe, niviştên girêdanê dikirin. Ji bo nimûne, gava bûk li hespê siyar dibû, wana bi surî kevirekî biçûk dikirine orta zengûyan, ku ew kevir di rê da bikeve û gazî Xwedê dikirin, ku zava jî bi kevir ra bikeve erdê û ji mêranîyê bikeve[223].

Gorî edetan êzdî bona qenckirina çavê nexweş, ser kincên paqij morîyên şîn an jî kevirên ji ziyaretan anî didirûtin, tûşa çav da darda dikirin bona çav qenc bibe.

Berê hema bêje hemû êzdî zarên xwe yên nexweş nav kevirên qulqulkî ra derbaz dikirin, an jî pişta wan dispartine keviran û bi wê yekê va ser wê bawerîyê bûn, ku zara nexweş teslîmî ruhên qenc dikin, ku ew wê biparêze.

Berpala çiyayê Araratê, nêzîkî gundê Gelto kevirekî tîk û req heye, ku jê ra Kevirê beqîn digotin. Ermenî û kurdên musulman ew kevir hebandine. Derheqa wî kevirî da lêgêndek heye, ku merivekî pûtperest dema rex wî kevirî ra derbaz bûye, rastî çend dîndaran hatîye, silav daye wan û pirsek li wan kirîye:

-Hûn di ku da diçin?

-Bal kevirê beqîn, ziyaretê.

-Ez çûme wê ziyaretê, zanim ku zoraya wê tuneye.

Piştî wê gotinê ew di cî da dibe kevir û risas, paşê ruhistîn wî davêjine gêlî.

Di hikyata Ziyaret da du ruhên qenc xwe di nav kêvir da vedişêrin û dema lazim bibe merivan ji belayê xilaz dikin.

Di hikyata Dewrêş da kevir diqelêşe, dibe du keran û horî-melekek ji navê dertê. Ew du çeng zêr dide Dewrêşê mêrxasê hikyatê û betavedibe (winda dibe). Dewrêş bi rê dikeve, tarî di ser da digire. Bona xwe ji êrîşên heywanên hov biparêze ew dikeve nava şikevtekê û xwe di qulçekî da diqincilîne, ji ber ku ji ruhên neqenc ditirse. Wê demê ji ruhên di şikevtê da dudu warguhêzî keçên kezî dibin, nêzîkî Dewrêş dibin û bi wî ra dibine nas. Li Dewrêş wisa tê, ku ew jinên rastî ne û bi dil û can dixweze bi wan ra bibe nas. Ew ruhên warguhêzî merivan bûne demeke dirêj Dewrêş mijûl dikin û Dewrêş diweste, bi xew ra diçe, radizê. Serê sibê Dewrêş bi pencên tavê yên pêşin ra hişyar dibe û li dora xwe dinihêre, ku tu kes tune û fêm dike, ku ew ruhên qenc bûn, hatin û çûn. Ew di şikevtê da mezelek dibîne, ji tirsan saw dikeve canê wî û dertê, direve, riya xwe berdewam dike.

Hebandina çiyan, keviran, zinaran, şikevtan li hemû janrên zargotinê da xuya dibin, di nav nifiran, gotinên pêşîyan, dua û têderxistinokan da. Wek nimûne em çend nifiran bînin: Bira kevir biqelêşe, tu bikevêyî, Kevirê te biqulibe, Kevirê Melekê Taûs li pey te be û h.w.d.

Di wextê duakirinê digotin: Kevirê rehmê bê hewara te.

Derheqa kevir da têderxistinokeke kurdî heye: Ew çi ye diqelêşe, cin jê dertê?.

Hebandina keviran bal miletên Pişkavkazê jî heye, bal ermenîyan, gurcan, azirîyan û aşûrîyan.

Li Kaxêtê kevirên bi navê kal-kva (kevir-pîrik) hebûn û miletê pşav dora wî kevirî heyteholên dînî derbaz dikirin. Li herêma Têlavê bona zarokan ji kuxikê qenc bikin, ji kenarê çemê Alazanê kevirên biçûk yên di rengê tarî da hildidan, qul dikirin, têl tê ra dikirin û ji situyê xwe va darda dikirin[224].

Gorî êtnograf Y. Lalayan nêzîkî gundê Axnaxê, navçeya Varandayê, komara Ermenîstanê kevirekî terikî hebû, ku ji zinarekî qelişîbû û jê der bûbû, paşê gilol bûbû, gihîştibû gund, lê zirar nedabû tu kesî. Navê wî danîbûn Kevirê pok, ango kevirê qeilişî-qetîyayî. Bona binecîyên gund ew war bûbû ziyaret, jinên ku zaro nedianîn, sê cara têl dora wî kevirî dipêçan, paşê ew têl dibirin gore çê dikirin, dikirine pê, bona zaran bînin[225].

Di nav erf û edetên êzdîyên Şengalê da heyteholên dînî yên bi hebandina keviran va girêdayî pircûre ne. Dema dewatê zava kevirên biçûk li serê bûkê dixist, bona di paşdemê da jîyana wan ya tevayî aşt û bextewar derbaz bibe[226].

Him êzdî, him jî ermenî, fariz, ereb û ûris ser wê bawerîyê bûn, ku pareke kevirên li ser erdê ji ezmanan ketine, ji ber wê jî ew kevirên ziyaretî ne.

Hebandina keviran di dinya musulmanîyê da jî heye. Gorî erf û edetên ereban kevirê Mekkayê yê reş jî ji ezmanan ketîye û bûye cîyê ziyaretê. Lema jî salê bi sedan hezaran kes diçine ber wê ziyaretê. Dîndar ber wî kevirî qurbanan didin, heft caran dora wî kevirî dizivirin û niçên wî dalêsin[227].

Xwesma êzdîyên gundên Hesencano, Emençayîrê, Şîrînkoyê, Şatrozlîyê, Eyla Sinco û gundên mayîn (herêma Dîgorê, qezaya Qersê) pir bawerî bi keviran dianîn. Wana nexweşên xwe dibirin serê çiyayê Kolik, li wir bi keviran sengereke dorpêçayî û sûrkirî hatibû çêkirinê. Êzdî nexweşên xwe heft caran dora kevirê wî çiyayî difitilandin û digotin: Nexweşê me xilaz bike. Pişt ra qurban didan.

Bawermendîyên hindava keviran, çiyan, şikevtan, zinaran ji demên buhurî yên kevinare tên û bi bawerîya êzdîyan ew warên ruhên pêşîyên wan bûne.

 

 

,

 

, , .

. . .[228]

, . , . , , , . , , , , .

, - . . , "" , //. , , "".

, , , .[229]

, , . , . .

. .

. . - , , , . . , , , , .

/ / (Kloça serê salê) .[230]

, . , -. , , , . , . .

, , . . , , , , .[231]

, , , . , . . : " A , , ".[232]





:


: 2016-11-18; !; : 331 |


:

:

! . .
==> ...

1702 - | 1487 -


© 2015-2024 lektsii.org - -

: 0.065 .