.


:




:

































 

 

 

 


7




:

 

Şemsedîn li ezmana,

Û tunene xan û mala,

Әw digere hemû cîana,

Әw dîyara hemû cîana.

Komekdara dil û meryane.

- ,

, ,

, .

, ,

.

 

, , - . , , , , , , .

. -.

. , - . //, , . - , , , .[254]

: - , - , , ".[255]

, . .

" ". .[256]

, , , .

 

14. Bawermendîya Hîvê

Gelek milet, di nav wan da miletê kurd pir bawerîya xwe bi Hîvê anîne.

Bal yûnanîyên kevinare Hîv hatîye hebandinê bi navê Artêmîs, bal ermenîyan Anahît, bal ereban Alîdda. Bal êzdîyan tê binavkirinê wek Melek Ferxedîn.

Di lêgêndên kurdan da Hîv û Ro xûşk û birayên hev in, him jî jin û mêrên hev in. Xûşk himberî birê, lê jin himberî mêrê xwe kinêz[257] bû.

Em ji van bawerîyên di hindava Royê û Hîvê da têne ser wê fikirê, ku di nav kurdan da di wextê xwe da serdestîya jinê hebûye.

Rêçên desthilatdarîya jinê bi awayekî geş di lêgênda Madî û Qaso da xuya dibe. Di wê da mêrxasên berhemê xûşk û bira ne. Ewana hewara xwe li Melekê Taûs dadixin bona alî wan bike ji dest zordestîya serekeşîr xilaz bibin. Melekê Taûs perr û baskan dide wan, ew difirine ezmanan û rojekê jî rastî daristanekê tên, li wir dihêwirin, salekê li wir dijîn û ji wan ra kurekî bedew dib[258].

Kurdên navçeya Talînê ser wê bawerîyê ne, ku Ro û Hîv xûşk û birayên hev bûne, lê paşê zewicîne û ji wana steyrk û erşê ezmîn çê bûne.

Kurd bi dilekî fire û çavekî ron li Ro, Hîvê û Siteyrkan dinihêrin, ew ser wê bawerîyê ne, ku Melek Ferxedîn ji Hîvê xuliqîye, lema jî ji Hîvê ra dibêjin Maka Melek Ferxedîn.

Di bawerîyên êzdîyan da Melek Ferxedîn ji Xwedayê Şîxadî xuliqîye, neferekî wê malê dihate binavkirinê wek Xwedayê rehmê. Êzdî ji bo Hîvê heyteholên dînî dikin, qurbanan didin. Gava ew li Hîva çardehşevî (Hîveron) dibînin, destê xwe yê rastê li sûretê xwe dixin û dibêjin: Ya maka Melek Ferxedîn, tu li me bêyî rehmê.

Jina kurd bona zara xwe ya nexweş qenc bike, êvarê zarê dibir ber ronahîya Hîvê, berê xwe dida wê, digot: Ya Hîveronê, tu dayka zarê yî, ez dêmarî me, vê zarê xilazke ji vî agirî. Paşê dê bûyareke dînî dikir: ew tilîya xwe ya beranî û tilîya kodalêsê bi hev ra dikir weke hîvê, datanî ser pişta zarê û wisa dibire mal.

Dema Hîveronê êzdî ji mal dertên, destên xwe li ser sûretê xwe ra dibin û tînin, lê bal kurdên musulman melle radibû ser minareyê û bi dengekî bilind dikire gazî, ku Hîveron derketîye. Dîndar bi guhdar gotinên wî dibihîstin û bi dilekî baristan û bi hêvî li Hîvê dinihêrîn.

Gorî êzdîyan, Hîv dixuliqe û dimire. Ew mehê carekê dixuliqe, lema jî êzdî ji bo bûyîna wê derdikevine ser banan, derheqa hatina Hîvê da elamî binecîyan dikin û şabûna xwe dîyar dikin.

Êzdîyên qezaya Qersê di wan deman da li rûyê merivên dewlemend dinihêrîn, bona ew jî dewlemend bin, jinên ku zaro ji wan ra ne dibûn, hîvî ji Melek Ferxedîn dikirin bona zarekê bide wan.

Gorî gotina qewal Huseyn, êzdîyên Şengalê bi kilam û reqasan hatina Hîveronê pîroz dikirin. Ji wê reqasê ra dibêjin Lîstika hîvê. Reqasên wisa bal miletên papûasan, korsîkîyan, albanan û yên mayîn heye. Gorî Bênsê, Ji çiqilê Hîvê yê pêşin ra Nor digotin. Gava cara pêşin Nor dibînin, berê xwe didine warê duakirinê û xwe xaç dikin (hinekan hema ber Hîvê ser xwe xaç dikirin). Wana bawer dikir, ku piştî lênihêrîna Nor, dema tiştekî teze didîtin, ew tim di ber çavên wan dima, lema jî wana piştî lênihêrandina Nor demeke dirêj li pereyan dinihêrîn[259].

Roja ku Hîveron dîyar dibe, êzdî êvarê pez û dewar ji gom û tewleyan derdixin û hîvî ji Melek Ferxedîn dikin, ku pez û dewarên wan sitewr nebin.

Hîv herwiha mecala qenckirina nexweşîyan bû. Bona zaro nexweş nekeve, an jî bona qenckirina zara nexweş, ji kalan yekî perekî ji sifir hildida û dayka ku zar hilgirtibû, nêzîkî wî kalî dibû. Kalê ku berê xwe li hîvê kiribû, bi meqesê ew pere dibirî, dikire wek hîvê, paşê ew bi mix qul dikir û ji piştê va bi kincên zarê va didirût. Ew pere gerekê tim bi kincên zarê va dirûtî bûya, heta ew digihîşt. Ew dihate hesibandinê wek hêzeke ku dikaribû dewsa hîvê bigirta.

Melek Ferxedînê êzdîyan, wek ku bal gelek miletan, dihate hesibandinê wek Xwedayê Hîvê. Êzdî dema behsa Hîvê dikin, berî her tiştî navê Melek Ferxedîn didin.

Êzdî ser wê bawerîyê ne, ku Melek Ferxedîn piştî Melekê Taûs di cihanê da yê herî bi hêz û xurt e. Ew ne dîyarî çavan e û pir zor e. Eger Melek Ferxedîn hêrs bikeve, dikare siteyr û erşê ezmîn serûbinî hev bike, zirarê bide merivan, heywanan û şînkayê. Lê ew ji neqencîyê zêdetir yekî qenc û dilrehm e. Hîv di nav erş û ezmanan da dijî, lê ewledê wê Melek Ferxedîn di erşê ezmîn da digere, dengê hemû merivan û heywanan dibihê, hinek ji wana hîvî û lava ji wî dikin, ew jî daxazên wan digihîne diya xwe, dayka wî jî daxazên wan înkar nake û bi tevayî alî kesên di tengasîyê da dikin. Lê ew kes, ku qedirê hîvê nagirin, ji alîyê Melek Ferxedîn da têne cezakirinê.

Gorî êzdîyan Melek Ferxedîn dihate hewara merivên di rojên teng da, xwesma desttengan, ew li ku bûna û kê bûna, rewşa wan xweş dikir.

Derheqa hebandina Hîvê da wek têlekî sor di lêgêndên kurdan da derbaz dibe. Bawerîyên kurdan hindava hêzên xurt yên di ezmanan da gorî cûrê jîyana xwe, ango xwelîbêcerkirinê û heywanxwedîkirinê ra hev hûnandî ne.

Kurd tarîbûna Royê û Hîvê bi wê yekê va şirove dikirin, ku qezîya û belayek wê biqewime. Gorî wan, an wê şer bûbûya, an wê heywan bihatana qirê, an jî ekinê salê wê kêm bûya.

Kurd ser wê bawerîyê bûn, ku ruhên neqenc diçûne ser Hîvê û Royê, bi siya xwe alîyekî wan digirtin, lema jî tarî di ser wan da dihat. Êzdîyan bona wan ruhên neqenc ji ser Hîvê dûr bixin, di erdê da perçeyên hesin çal dikirin, hesinê xaçkirî ji şêmîka xwe dûr dixistin, hûrikên hesin bi darekê va girê didan û di erdê da diniçikandin.

Bona xeta û bela di wan rojan da ji xwe dûr bixin, êzdîyan qurban didan û dua dikirin.

Êzdî bona wê yekê qedirê Hîvê digirtin û bona wê qurban didan, ku ber dilê wan hêzên nebînayî da bên, ku li Hîvê hene û di nav wan da Melek Ferxedîn jî hebû.

Derheqa bawermendîyên kurdan yên bi Hîvê va girêdayî heta îro kêm tişt hatîye nivîsarê, lema jî ji bo me zehmet e derheqa hemû cûrên bawermendîyên di demên cuda-cuda da bi awayekî zelal û parzûnkirî bînine ber çavan.

 

 

 

, , , . , - , - . , .

, . , - //.[260]

, , . " " , , . , . , . . [261].

- , , , .

, - , , " " / /.

- - / /, . . : ", , " (Ya Maka Ferxedîn, tu me bêy reme).

: ", , - , - , !" (Ya hîva nuh, tu dayîka zarêyî, ez damarîme, Vî zarî ji vî agirî xilazke). : , .

, , , . - .

, . . , .

- , , .

, . " " (Lîstka hîvê). , , .

, " "" //. , / , /. , , , , , .[262] - . , . , , , , . . , , .

. -, , . , , , . , , . . - , , . -, . , , .

, , . , .

, , . , , ,

. , , , . , , .

.

.

, , , , .

 

 

15. Hebandina Siteyrkan

Kurdan taybetmendî û xusûsîyetên Siteyrkan fêm nedikirin, ji ber wê jî bi awayê xwe şirovedikirin. Wana ew Siteyrk hildibijartin, ku bi bedewî, rêzbûn û xwelivandina xwe va berbiçav diketin û ew dihebandin.

Ji ber ku kurd piranî bi heywanxwedîkirinê û xwelîbêcerkirinê va mijûl dibin, lema jî dema rêvebirin û pêşvabirina malhebûna xwe, bala xwe didin wan bûyeran, ku li erşê ezmîn diqewimin.

Yek ji wan Siteyrkên bi şewq tê binavkirinê wek Siteyrka sibê, ku geş diçûrise û ji nîveka meha tebaxê destpêkirî, serê sibê li ezmanan dîyar dibe û tê hesibandinê wek nîşana bereketê. Hema ev siteyrk derdiket, xwelîbêcerkir dest bi karê xwe dikirin, hinekan xwe li riya rêwîtîyê digirtin.

Êzdî gava nêzîkî bax û bostanên xwe dibû, bona ekinekî bol bistîne, navê Melekê Taûs û Siteyrka sibê dida. Eger ewiran dor li wê siteyrkê digirt, wisa texmîn dikirin, ku wê salê ekin wê kêm be.

Şêx û koçekên kurdan di nav mirîdan da wek nûnerên hêzên batinî pêşda dihatin, digotin, ku siteyrka her merivekî heye û gava meriv dimire, ew siteyrk ji ezmanan dikeve.

Ev bawerî di nav gelek miletên cihanê da belavbûyî ye. Derheqa wê yekê da Yê. Lalayan dinivîse: Bi bawerîya milet, her merivek xwedî siteyrkekê ye, dema wextê mirina wî nêzîk bibe, ew siteyrk wê bikeve û meriv wê piştî 40 rojan bimire[263].

Hebandina steyrkan bi awayekî fire di zargotina kurdan da derbaz dibe. Xwesma destana Leyl û Mecrûm balkêş e. Di vêrsyoneke wê da du dilên bengî di rûyê evîna bextreş da hildikişine ezmanan, dibine siteyrk û salê carekê rastî hevdu tên.

Şemêya mêrxasa hikyata Şemê, bona xwe ji dinya musulmanîyê ya tarî û kelemçekirî xilaz bike, dua li Xwedê dike, ku bimire û bi fermana Xwedê dibe siteyrk û hildifire ezmanan.

Nivîskar û helbestvan di berhemên xwe yên edebî da folklora kurdî bi kar anîne. Mêrxasên destana Anûş ya şayîrê ermenîyan yê mezin Hovhannês Tûmanyan Anûş û Saro di rûyê evîna bedbext da dibine siteyrk, hildifirine ezmanan û salê carekê hev dibînin[264].

Ji ber ku bi bawerîya êzdîyan her merivek di ezmanan da xwedî siteyrkekê ye, lema jî di dema dewatê bûk û zava di bin siteyrkan da digerandin û govend digirtin û di wan deman da dayîkên bûk û zavê di ber xwe da dikirine ginegin û digotin: Bira siteyrkên we di ezmanan da timê geş bibin.

Der va, di dema govendê merivên vexwendî qilîçka bûkê digirtin (wê demê zava dikete mala bûkê), di bin dengê def û zurnê çend deqe dilîstin, paşê bi deng kilamên gelêrî digotin û di wan kilaman da fikirên hewaskar hebûn, wek vexwendîyan dua li siteyrkên ezmanan dikirin bona bûk û zavê ji qeza û belayê dûr bixin.

Di sitirana Siteyr da tê gotinê:

 

Siteyrno, siteyrno, siteyrê geş

Me binhêrin, me vê şayê

Rehma we li ser bûk û zavê [265].

 

Di dema reqasê pîrejin destên xwe ber bi ezmanan dikirin û hîvî ji Melekê Taûs dikirin, ku siteyrka bûk û zavê herdem geş bimîne.

Bi bawerîya êzdîyan hemû siteyrk bi wan reqasan va şa dibûn, di nav wan siteyrkan da yên bûk û zavê jî, û hema bi duayên wan siteyrkan va bûk û zava bextewar dibûn.

Êzdî xênji siteyrkan, bawerîya xwe bi wan hemû tiştan dianîn, ku di galaktîkayê da hebûn û nav li hemû siteyrkên mezin kiribûn. Yek ji wana siteyrka Riya Kadiz e. Di folklora kurdî da behsa wê siteyrkê tê kirinê, ku Xwedêgiravî merivekî dewlemend ji mereka (kadîna) merivekî kesîb qesel dizîye. Merivê kesîb diçe ber derê mala wî disekine û dibêje:

-Filankes, te çima qesela min dizîye; ne axir ez merivekî kesîb im, çêlekeke min tenê heye û ewê bêy qesel û gîha gever bibe.

Merivê dewlemend bêy ku şerm bike, serê xwe dike ber xwe, bêy bersîvdayîn û uzir xwestin diçe mala xwe. Merivê kesîb ji Melekê Taûs hîvî dike, ku merivê dewlemend ceza bike. Bi daxaza Melekê Taûs ew diz ruhê xwe dide, bona meriv bizanibin kirinên ne li rê merivan digihînine çi rewşê.

Di nav gelek miletan da Galaktîka Rê di qanûnên dînî da hatine hebandinê. Ew galaktîka Xwedayê ye, an jî ji wê ra Riya Ruh dibêjin û merivê mirî bi wê rê diçe dinya din û ser wê rê kuçikên agir dişuxulin[266].

Di bawermendîyên kurdan da siteyrkeke din ku tê hebandinê, Siteyrka avê ye. Û eger ew siteyrk li ezmanan xuya bibe, ew tê wê maneyê, ku lêhî û lêmişt wê rabe. Bona pêşî li wê bigirin, qurbanan didin.

Di bawermendîyên êzdîyan da siteyrka Koma Sêwîyan jî cîkî berbiçav digire. Ew siteyrk piştovana sêfîl û jaran e. Ew êvara dereng dertê, dema pez dibine kozîyê. Derheqa vê siteyrkê da bal kurdan lêgêndek heye. Gorî wê neferên maleke belengaz timê jîyana cînarê xwe yê dewlemend dibînin û ji jîyana xwe aciz dibin. Ewana hîvî ji Melekê Taûs dikin, ku wana ji wî halî xilaz bike. Melekê Taûs lava û dîlekên wan dibihê û bi fermana Melekê Taûs neferên wê malê dibine siteyrk, hildifirine ezmanan û rex hev, di cêrgekê da rêz dibin[267].

Di bawermebdîyên êzdîyan da navê cêrgeya siteyrkan ya bi navê Karwanqir jî derbaz dibe, ku bi şevan dîyar dibe. Ji wana siteyrkek gelek geş e û hema navê wê siteyrkê danîne ser cêrgeya siteyrkan û ew siteyrka xirabkarîyê ye. Gorî bawerîya êzdîyan ev siteyrka han mak bûye, yên din çêjikên wê bûne. Vana zirareke mezin dane merivên li ser erdê dimînin û van merivan hîvî ji Xwedê kirine ku ew wê ceza bike. Xwedê guh dide ser daxaza merivan, mak û çêjikan hildifirîne ezmanan û wana dike siteyrk. Ew çêjik xwe didine dora makê û bi wî awayî cêrgeya siteyrkan ya bi navê Karwanqir dixuliqe[268].

Gorî bawerîyeke din 17 merî bona peydakirina hebê nên didine ser rê, diçine welatekî xerîb. Piştî rêwîtîyeke dûr û dirêj li deştekê dihêwirin bona hêsa bibin. Piştî şev nîvî dibe, di ezmanan da kome siteyrk xuya dibin û ji wana ya here geş ya ortê bûye. Rêwî dibêjin qey ew Siteyrka Sibê ye û ewê zûtirekê şewq vede, wê sibe ron be û bi vê bawerîyê hemû radibin û riya xwe berdewam dikin. Du sehetan rê diçin, sibe ron nabe, hêja fêm dikin, ku ew siteyrka geş xapxapok e û ew ziyandara merivan û heywanan e. Hema wî çaxî dibe ba û bager, karwan dikeve ber bahoz û bagerîkê û winda dibe.

Em dibînin, ku di van bawerîyan da siteyrk ne ku ruhberên li ezmanan in, lê ew ruhberên li ser erdê bûne, paşê hilfirîyane ezmanan.

Di mîtologîya kurdan da cêrgeya siteyrkan ya bi navê Beranî cîkî berbiçav digire. Ew sîmvola zêdebûna serê heywanet, bereketê ye û herwiha hukumê wê siteyrkê li ser Memê Şivan heye, ku piştgirê pêz e. Bi bawerîya êzdîyan berê ruhê Memê Şivan li ser erdê bûye, paşê hilfirîyaye ezmanan û ew pêz ji guran, dizan û xeta û belayan diparêze.

Êzdî ji boy navê vê cêrgeya siteyrkan û Memê Şivan bona pezê wan ji hev zêde bibin û bela neyê serê wan, qurbanan didin û heyteholên dînî didine derbazkirinê. Payîza dereng bona ku pez sitewr nebe, beran êvaran, dema cêrgeya siteyrkan ya bi navê Beranî derdikeve, berdidane nav kerîyê pêz. Gorî dîndarên êzdîyan, ji ber ku ruhê Memê Şivan rengên cuda-cuda hiz dike, berî ku beran berdine nava kêrî, hirîya ser pişta pêz bi rengên cuda-cuda va den (reng) dikirin.





:


: 2016-11-18; !; : 358 |


:

:

, .
==> ...

1537 - | 1307 -


© 2015-2024 lektsii.org - -

: 0.066 .