.


:




:

































 

 

 

 


(), , ,




 

: , , , , , , , . , .

, , , . - , . (Mamareş). , -, . . , , " " ( ), , :

 

Hatye vira bûka baranê,

Bidin hêka, canê, canê,

Bidin penêr, canê, canê,

Bidin rûn, canê, canê,

Bidin êmîş, canê, canê,

Mamareşê bide baranê.

,

, , ,

, , ,

, , ,

, , ,

.

" " - , , .. .

, , : , , :

 

Baran were,

Baran were,

Mamareş, baranê bide.

,

,

, .

, , .

" "(Tasa Mamareş), . " " . , - - :

 

Mamareşo, Mamareşo,

Mamareşo, tu xweyanbe,

Em gunene, Mamareşo,

Baranê bide, Mamareşo. [284]

, ,

, ,

, ,

, .

// , , , .

, .[285]

.

. , :

 

Bira hesletê me zefbe,

Pîrê ewra, hesletê bide,

Mamareş, hesletê zedeke. [286]

,

, ,

, .

 

, , .

, , . , . .

, - , , . . , .

, , , , . .[287]

. - , - , - . , .

, , , .

, - - . - . , , , , , .

, , - . .

- . . , , , , .

, , , . - , . , , . .

/ /, . " , , ."[288]

-, - , . , , . , . . .

, , . , , , .

.

(keskesor) .

- , - , , , . , , . , , , , .

.

. , - , . , : , ..

, : , - , - , - , , - , - .[289]

, , : " " (Bira xêrbe).

, , , .

, , , .

- . "" (Bareş). , , , - . .

.

, .[290]

, , .

.

, - , , , , , , , .

, : .

 

17. Qurbandayîn

Di bawermendîyên kurdan da dîk jî cîkî layîq digire, yê ku her ro di wextê xwe da bang dike, ew di malhebûnê da seheteke zindî bû, xwesma di dema çandinîya baharê û payîze da, di demên ekinberevkirinê da. Her sibe, hema bêje di eynî wextê da bangdayîn bal êzdîyan fikireke wisa saz kiribû, ku di wê yekê da biryara yê jorîn heye, ew ser wê fikirê bûn, ku di nav bedena dîk da ruhek heye, ku wî mecbûr dike bang bide. Lê gava mirîşk bikira qirte-qirt, wê ecêbek bihata serê neferên malê. Bi vî awayî, êzdî ekindarî, xweşbextî û bextreşîya malê, jîyan û mirin, hatina baharê û bûyarên din bi teyredeyên malê û kûvî va girê didan.

Di deb û bawermendîyên kurdan da qurbandayînên bona xatirê Xwedayan û ruhan cîyekî mezin digirin.

Heywanê bona qurbanê bi heyteholên dînî va dihate raberkirinê. Şêxê êzdîyan serê berxa bona qurbanê bi rengên cuda-cuda va reng dikirin û hîvî ji Melekê Taûs dikirin, ku ew bibe qurbana eynsî.

Piranîya êzdîyan qurban di ocaxên şêxan, pîran û koçekan da didin.

Çend erf û edetên cihûyan, ku derheqa qurbandayînan da ne, bi riya Kitêba Dînî belav bûye û ketîye nava mîtologîya gelek miletan. Dîroka qurbandayînên Abraham û kurê wî bi gelekan va eyan e. Ew hema bêje bi eynî fikirê derbazî nava êzdîyan jî bûye û êzdîyan navê Kurê Abram lê kirine û wek lêgênd li her deran tê gilîkirinê. Tiştekî femdarî ye, ku êzdîyan ew lêgênd gorî dînê xwe hinek guhartine, kirine ya xwe û gorî dîn û zanebûnên xwe şirove dikin.

Melekê Taûs piştî ku qencîyên mezin ji Abram ra kirîye, dixweze wî bicêribîne, ka ew çiqasî helal e, ber wî pêşnîyar dike Îsoyê (Îsahak) kurê xwe bibe serê çiyayê Cûdî û bike qurban.

Abram bêy ku bifikire, kurê xwe hildide û berê xwe dide çiyê. Ew hildikişe serê çiyê û gorî lêgêndê li wir heta îro jî agirê heta-hetayê dişuxule. Abram nişkêva dengekî sêr dibihê: Kêrê hilde û kurê xwe serjê bike. Gava ew kêr nêzîkî serê kurê xwe dike, Melekê Taûs dîhar dibe, destê Abram digire û jê ra dibêje, ku ew di aminayî û helalîya wî da bawer e.

Abram kurê xwe hildide, razîbûna xwe dide Xwedê û dibêje:

 

Xwedê, tu kerîm î

Melekê Taûs, tu rehîm î

Tu Xwedayê erş û hîm î

Ez razî me ji kerema te.

 

Lêgênda cihûyan Abraham û ya kurdan Abram bi naveroka xwe va hema bêje eynî ne, firqî tenê ew e, ku di şaxê kurdî da xulamên Abram tunene, lê şaxê cihûyan da Abraham xulamên xwe jî bi xwe ra dibe.

Di Tewretê da, di lêgênda Abraham da behsa jinê nayê kirinê, lê di şaxê kurdî da navê jina Abraham derbaz dibe û ew jin dihate hesibandinê wek keça êlê (eşîretê).

Di şaxa kurdî da em rastî çiyayê Cûdî û agirê heta-hetayê yê li serê çiyê tên, ya ku di şaxê bi ibrî (zimanê cihûyan) da tune.

Lêgênda kurdan ya Abram di mîtologîya kurdan da varyanta ya cihûyan e bi hinek guhartinan va. Lê ya here sereke, ku di herdu lêgêndan da heye, ew edetê qurbandayînê ye, bona şêkirdarîya xwe di hindava Xwedayan û ruhan da dîyar bikin. Di ocaxên êzdîyan da, li çiyan, ber avan, daran, şikevtan û kevirên ziyaretî pez, dewar û teyredeyên nêr yên di rengê sipî û sîs da qurban têne dayînê, piranîya wan beran û dîk in.

Edetên ha bal ermenîyan, ûrisan, cihûyan, huruman (yûnanan), gurcan û gelek miletên mayîn jî hene. Bal cihûyan û huruman qurbana pêşin gerekê nêr bûya.

Gorî Grîgor Tatêvasî: Gerekê merivê ku heywanê bona qurbanê serjê dike nêr bûya (mêr bûya) [291].

Bal êzdîyan jî kesê ku qurban serjê dikir gerekê mêr bûya.

Ew yek, ku heywanê qurbana pêşin gerekê nêr be, bi awayekî geş di folklora kurdî da xuya dibe. Di destana Memê û Zînê da sê bira bona di karê xwe da serketî bin, qurbanan didin, ew qurban di nav jar, destteng, hewcedar û sêfîlan da bela dikin[292].

Mêrxasê hikyata Dewrêş bona kurê xwe ji destê wehşên ejdaha xilaz bike, ber Erdawid berxê nêr serjê dike û dike qurban.

Eger qurban alî serketina karekî ne dikir, wê demê êzdî sê kevir davîtine warê ku ziyaret lê heye. Gorî femdarîya gel, fikira vî edetî ew e, ku zoraya ruhên neqenc bidine sistkirinê. Wisa xuya ye, ku pevgirêdana vî edetî bi hebandina keviran va heye.

Ji destpêka sedsala 20î di warên Ermenîstanê yên êzdî lê dijîn, ev ocax û ziyaret hebûn:

1.Ocaxa Şêx Hesen; di gundê Emençayîrê, navçeya Dîgorê, qezaya Qersê

2.Ocaxa Cin Teyar; li gundê Mîrekê, navçeya Aparanê.

3.Ocaxa Şêx Emo û Koçek Xudo, li gundê Karvanserayê, navçeya Artîkê.

4.Ocaxa Koçek Emo li gundê Camûşvana Biçûk, navçeya Aparanê.

5.Çiyayê Bozutlîyê; li navçeya Talînê.

Êzdî gava qurban didan, çend niqitk ji xûna qurbanê vedixwerin an jî bi tilîya kodalêsê va ji wê xwînê li enîya xwe dixistin. Di ocaxa Cin Teyar da beran û dîkên sipî dikirin qurban, ji wê xwînê çend niqitk li enîya nexweş dixistin û ew teslîmî ruhê Cin Teyar dikirin. Ji goştê di ocaxê da serjêkirî nexweş didane xwerinê wek tulusm.

Ev edetê ku ji xwîna heywanê qurbandayî vedixwin û li enîya xwe dixin, bal gelek miletên xaçparêz û ne xaçparêz jî heye.

Xevsûran bi xwîna qurbanê bi xaçkî li enîya nexweş dixistin[293], lê osan niqitkên pêşin yên xwîna heywanê qurbandayî davîtine nava êgir[294].

Xwerina çîtîyekî ji goştê kelandî an jî xav û ji xwîna qurbanê çend niqitk vexwerin an jî li enîya xwe xistin bal gelek miletan, herwiha bal kurdan jî, xwedî kemala pêwendîdanînê ye. Hîm û kokên vî edetî gerekê di dewrana derebegîyê da bigerin, dema di hemû dînan da ruhberê ku dihate hebandin, heywan bû. Pêwendîdayîn dihate wê maneyê, ku bi xwerina goştê qurbanê û vexwerina xwîna wê dîndaran bi Horî û Melekan va bi goşt û xwîn va dihatine girêdanê, dibûne kesên hev yên xwînî, bona di paşdemê da dua wan Melek û Horîyan li ser wan be.

Cûrekî qurbandayîna êzdîyan jî hebû: ew zirardayîna bedena xwe bû, wek di wextê çalkirina mirîyan da ser çavên xwe dirûçikandin, xwîn dikirin, porên xwe dibirîn û kurr dikirin, rojî digirtin, bi meh û salan heznî diman.

Heta niha jî rojî girtin di nav êzdîyan da maye, lê yên dinê, ku me li jorê behsa wan kir, hema bêje nemane.

Tevaya civaka êzdîyan tevî qurbandayînê dibû. Piştî qurbanê milet berev dibû, bi hev ra nanê qurbanê dixwerin, ku ew bigihîje ruhê mirîyan. Ev yeka derbazî nava xaçparêzan û mehmedîyan da jî bûye.

Gorî qewal Hecî, xwerina nanê qurbanê bal xaçparêzan mîna wê nanxwerinê ye, ku li ber ziyareta Lalişê tê xwerinê. Eger ew nanxwerin bi amadebûna milet nîbûya, gorî êzdîyan ew wek qurban nedihate qebûlkirinê. Ev qurbandayîn tenê di ocaxên ziyaretî da dihatine dayînê di çiyan da, di bin darê buhurtî da û ber ziyaretan. Li goristanan jî, ser mezelan qurban didan.

Qurbandayînên li ser mezelan bal yûnanîyên kevin jî hebûye. Ew yek di berhema Îlîakan ya Homêros da derbaz dibe. Li wir Akîlês bona ruhê Patroklês nanê xêrê dide.

Gelek milet, di nav wan da kurd jî, piranî derbaharê qurban didan.

Qurbandayîn, duakirin, heyteholên dînî ji bo wê yekê baharê dikirin, ji ber ku di wê demsalê da tebîyet hişyar dibe, nan zîl dide, digihîje, kulîlk dibişkivin, hêşinayî çîl dide, bona nan pir bûya, tebîyetê heqê merivê xebatkar bida.

 

 

- .

. //.

, .

. , . " " (Kurê Abram). . , - , .

, , , . , // . , , , . , . , . , .

:

 

Xodê tu kerîmî,

Melektaûs, tu rehîmî,

Ez razîme ji keremê te

- .

, ,

.

, .

, , , .

, "" , , , (). (Çyaye Cûd) , .

"" - , .

-, . , , . .

, , , . , .

, " , ".[295] . " " , , , , , , .[296]

"" , , -.

, . , , , .

XX - , :

 

1.0 . .

2.0 . .

. . .

4.0 . .

5. .

 

.

, . . , , /.. /.

.

[297], .

, . , . .

: , , . .

, , ,

. , . // . , .

, , , .

, , [298] (qurban). , , , , , . .

, "" , .

, -, , , .

, , .

 

18. Ruhanîya êzdîyan, koçek, qewal

Di bawermendîyên kurdan da dîk jî cîkî layîq digire, yê ku her ro di wextê xwe da bang dike, ew di malhebûnê da seheteke zindî bû, xwesma di dema çandinîya baharê û payîze da, di demên ekinberevkirinê da. Her sibe, hema bêje di eynî wextê da bangdayîn bal êzdîyan fikireke wisa saz kiribû, ku di wê yekê da biryara yê jorîn heye, ew ser wê fikirê bûn, ku di nav bedena dîk da ruhek heye, ku wî mecbûr dike bang bide. Lê gava mirîşk bikira qirte-qirt, wê ecêbek bihata serê neferên malê. Bi vî awayî, êzdî ekindarî, xweşbextî û bextreşîya malê, jîyan û mirin, hatina baharê û bûyarên din bi teyredeyên malê û kûvî va girê didan.

Ruhanîya êzdîyan pareveyî li ser van kastayan dibe: Şêx[299], Pîr[300] û Qewal[301].

Gotina qewal di kurdî da tê maneya pêxember. Herwiha koçek û feqîr jî hene, ku ne endamên ruhanîyê ne, ewana têderdixin ka wê çi biqewime û herwiha heyteholên dînî dikin.

Gorî êzdîyan merivên ruhanî herwiha perwerdekar, şêwirmend û pêşîkêş in jî. Her eşîretek xwedî şêx û merivên xwe yên ruhanîyê ye û karê wan ne tenê ew e, ku eyd û erefatên dînî bikin, lê herwiha gerekê navê eşîretê bilind bikin, riya rast nîşanî mirîdên xwe bikin.

Wek edet ruhenîyên ji kastayên ji hev cuda nikarin bibine xizm û xinamîyên hev, ango zewaca di navbera wan da qedexe ye.

Hemû ruhanîyên êzdîyan zuretî ne, ango nayêne hilbijartinê, û piranîya wan kîsî dîndaran dijîn.

Gorî edetê êzdîyan heytehol û eydên ayîna dîn bi destî ruhanîyê mêr tê kirinê, jinên wan jî ruhanî ne, lê ew nikarin karên dînî bikin, ji ber ku bi qanûna dîn jin ne paqij e.

Himberî şêxan hukumê nûnerên dînî yên din, wek pîr û qewal, kêmtir e. Li demên buhurî serekeşîr an jî Şêxê sereke gorî edetê dikaribûn mirîdekî eşîretê an jî berê bona şaşîtîyekê an jî kêmasîyeke mezin ji eşîretê bi dûr bixin, lê di destê pîr û qewalan da destûreke wisa tunebû.

Şêx, Pîr û Qewal ji kastayên ruhanîyê yên ji hev cuda ne, lema jî maf û extîyarîyên wan jî ji hev cuda ne.

Şêx erefatên dînî dikin, wek mirîdên mirî dişon[302], çal dikin û qewilên dînî dibêjin.

Di wextê qurbandayînê da şêx gerekê hazir bûya, karên dînî bikira, wek ji xwîna heywanê ku bona qurbanê hatîye serjêkirinê, çend niqitk li enîya zara nexweş dixist, goştê qurbanê di nav kesîb û belengazan da bela dikir û h.w.d.

Karê şêxan yê sereke ew bû, ku hebandina Melekê Taûs, Şîxadî û Êzdî pêxember di nav êzdîyan da bidine parastinê û kûrkirinê. Qewilên derheqa mezinaya wan da tenê şêx li ser şînan digotin.

Tenê destûra şêxan hebû di dema nîşanîya tezezewicîyan da nehekê bibire û bi wê va girêdayî dua û dirozgeyên dînî bike. Di wan heyteholan da ewî ji mala zavê gelek hediya distendin.

Piştî çalkirina mirîyan şêx gerekê berî destpêka dayîna nanê xêrê qewilek bigota. Ev yek di mehên baharê, di dema xêrdayînan jî li ser mezelan dihate kirinê.

Hemû cûre dua, dirozge û qewilxwendin ji alîyê şêxan da dihatine kirinê.

Dema yekî/e nenas dibû endamê eşîrê an jî berê, şêx gerekê ew yek bi heyteholeke dînî bikira. Ew nêzîkî wî nenasî dibû û digot:

 

Bi helalî, bi dilê safî

Kurê vê berê bî

Tê bibî, tê bibî.

 

Niha ji rûyê wê yekê da, ku pêwendîyên xwînî di nav qebîl û beran da sist bûye, ev vedet hema bêje ji holê rabûye.

Şêx xên ji ku di hêla dînî da serkêşî li mirîdan dikin, herwiha ew di jîyana dervayî dînî da jî serek in, beşek ji wan serekên eşîrê ne.

Niha jî mîrê êzdîyan yê herî mezin Şêx e, ku li herêma Şengalê dimîne û ji wira bi destî qewalan serokatî li êzdîyan dike.

Hinek şêx zordestî li mirîdên xwe dikirin, heta carna mirîd dewsa ga horîka şêx dajotin, erdê wî bêcer dikirin, şov dikirin, diçûne ber pez û dewarên wan, baharan bi wan ra diçûne zozanan, karê mala wan dikirin, lê jinên mirîdên êzdîyan belaş miqatî li pez û dewarên şêx yên şîrî dikirin û karên malê yên hûr û gir dikirin.

Berî şorişa Oktobir êzdî nexwendî bûn, di rûyê edetên kevin yên ziyankar da êzdî nediçûne mekteban. Merivên ruhanî hewil didan di nav êzdîyan da ew fikira Şîxadî bidine rikinkirinê, ku xwendin ji êzdîyan ra dest nade û lema jî kêm kes diçû mekteban.

Nûnerê dînê êzdîyan yê duduyan Pîr gerekê ev karên bi dîn va girêdayî bikira: porên zarê yeksalî bibirîya, dua li Melekê Taûs bikira, bona zaro saxlem be û emirê wî dirêj be, mêrxas be û lawê eşîra xwe yê hêja be.

Destûra Pîr hebû bona nexweş ji mirinê xilaz bike, heyteholên dînî bikira, wek ku koçek dikirin, yên ku porên nexweş dibirîn û di nav xwelîya ber şêmîkê çal dikirin.

Wextê mî berx dianî Pîr di mala mirîdê xwe da dua dikir bona berxên zayî sax bimînin, bona mî du berxan bînin. Ji wan duayan çarxetek:

 

Memê Şivan, tu hadir î

Memê Şivan tu qedir î

Me zêde ke pez û hirî

Nede me şîn û girî [303].

Di şahîyan û dawetan da gava şêx amade nebûya, Pîr dewsa wan digirtin.

Pîr heywanê ji bo qurbanê hildibijartin, wek nîşan, guhê wan jê dikirin, hirîya wan reng dikirin, paşê dikirin qurban.

Pîr perwerdekar bûn, gotina wan bona êzdîyan gerekê bibûya wek şûrê birran, ango gotina wan duta nedibû.

Tenê fûnksyoneke qewalan hebû: ku di nav êzdîyan da hebandina Melekê Taûs bidine kûrkirinê. Ewana li gundê Beedrê, herêma Lalişê, devera Şengalê dimînin û karê xwe bi serokatîya Mîrê Êzdîyan bi rêva dibin. Ewana her sal ji ziyareta Şîxadî heykelê Melekê Taûs hildidan, gund bi gund digerîyan û xêr û xêrat berev dikirin. Ew dihatine nava êzdîyên Ermenîstanê jî. Mirîd li ku jî bûna - li zozanan, gundan, an havîngehan qewalan bi dil û can qebûl dikirin, heyteholên dînî dikirin, qedriê wan digirtin û ji wan ra hurmet dikirin.

Ew mala ku gerekê qewal lê bihêwirîyana, him mêr, him jî jin ji berê da bi hêvîyeke mezin hazirîya xwe didîtin bona heykelê Taûs bi layîqî qebûl bikin, dora wî heykelî direqisîyan, heta ew dibirine odeyê. Dema ew heykel îdî wê bikirana odeyê, ber şêmîkê pezek li erdê dixistin, qurban didan. Piştî qurbandayînê qewalan li defê û şibabê dixistin, lê kesên hazir direqisîyan. Di nav reqasçîyan da gerekê him mêr hebûna, him jî jin û bi reqasê va Taûs verêyî odeyê dikirin[304].

Wisa xuya ye, ku ev reqasên dînî girêdayî Taûs ra di nav êzdîyan da ji demên pûtperestîyê maye. Di wan deman jî gerekê jin û mêr wekehev tevî heyteholên dînî bibûna.

Qewal piştî ku ji warekî hediya berev dikirin, berê xwe didane warekî din û li wir jî hediya û pêşkêş berev dikirin. Di nav êzdîyan da bûbû edet, ku hediya bidine nûnerên ruhanîyê, tiştekî guneh dihate hesibandin, eger wisa nekirana, kê ku hediya nedida, heta ew êzdîyekî destteng jî bûya, qewal nifir li wan dikirin û didane rûyê wî.

Qewal tevî karê nûnerên ruhanîyê yên mayîn nedibûn, destûreke wan ya wisa tunebû, ew tenê dergevanê Melekê Taûs bûn, ango, qulixî (xizmetî) Melekê Taûs dikirin.

Qedexe bû, ku Şêx, Pîr an jî Qewal bi mirîdan ra bizewicin. Heta ewana bi xwe jî nikaribûn di nav hev da bizewicîyana. Ango, şêx bi şêxan ra, pîr bi pîran ra, qewal jî bi qewalan ra dizewicîn. Heta şêx, pîr û qewalên ji malên cuda jî nikaribûn bi hev ra bizewicîyana.Bi bawerîya me ew qedexe ji wê yekê dihat, ku nûnerên ruhanîyê ne dixwestin ku hukumê wan yê ku ji zuretê derbazî zuretê dibe, ji dest wan derkeve.

Êzdî wek edet destê kesê ruhanîyê yê rastê maç dikin û dibêjin: Ez xulamê ocaxa te me. Di şînan û şayan da, heta di wan deman da jî, eger mirîd di rê da rastî nûnerê ruhanîyê bihata, dîsa diçûne destê wî yê rastê. Ev edetê kurdan ber çavên zanyarê alman Lêman Haupt ra jî derbaz nebûye, ku di dema rêwîtîya xwe ya li Ermenîstanê dîtibû: Qadir axa hazirîyake bi gotina we dîtibû û li benda mêvanan bû. Çaya Şêx hazir bû û jê ra fêkî jî anîn. Mêvanê pêşin ber çavên hemîyan destê Şêx yê rastê radimûse, paşê kurdên din jî çav didine wî[305].

Di nav kurdan da koçek jî nûnerên ruhanîyê ne. Koçek tê maneya koçkirinê, barkirinê û ew fikir tam gorî cûrê jîyana wan e. Koçek qedera merivan dîyar dikin û xewnan şirove dikin, warên wan yên jîyînê heye jî, lê ew ji gundekî diçûne gundekî din, diketine mehikê[306] û bi sêrbazî qedera merivan û qewimandinên tebîyetê dîyar dikirin û şirove dikirin.

Jimara koçekan zêde nîne û ew kar ji zuretê derbazî zuretê nabe. Di nav êzdîyan da him merivên ruhanî, him jî mirîd dikaribûn bûbûna koçek bi şertê eger ruhekî di qilixê ruhberekî da bihata xewna wî û jê ra bigota:

-Tu îdî koçek î.

Kesê ku ew xewin dîtibe, hişyar dibe, berê xwe dide gel û dibêje, ku ew koçek e û destbi karê koçekîyê dike.

Piranîya koçekan dersên xwe ji jîyanê digirin, dema di warekî da merivên ruhanî tunebin, ew dikarin di çend pirsên dînî da dewsa wan bigirin.

Eger koçek şêx bûya, ji wî ra Şêxê koçek dihate gotin û xên ji karê koçekîyê, hinek karên şêx û pîran jî dikaribû bikira.

Feqîr jî ji malbeta nûnerên ruhanîyê ne. Feqîrtî jî mînanî qewaltîyê ne ji zuretê derbaz dibû. Ewana jî heyteholên sêrbazîyê dikin û bi wê yekê va dixwezin bidine kivşê ku hêzeke wan ya batinî heye, ew heta dikarin çiya jî welgerînin, avê berbend bikin, pêşîya wê bibirin, kanîyan bimiçiqînin, erdhejan bixuliqînin û h.w.d.

Meriv dikare feqîran ji kincên wan nas bike, ji ber ku kincên wan ji hirîya (rîsê) sipî hatine dirûnê. Ev yek ji demên buhurî tê, dema eşîretan bawerîya xwe bi berên dianîn û hirîya berên wek tiberk dihate qebûlkirin. Kurdan bi hirîyê sond dixwerin, gelek cara sonda wan ha bû: Ez bi vê biska hirîyê kim.

Karê feqîran parastina ziyareta Şîxadî ye. Bona nexweş ji nexweşîyê xilaz bikin, kevir datanîn li ser zikê xwe û dişkênandin. Ew dihate wê maneyê, ku xudêgiravî ew wî ruhê neqenc hûrxweş dike, ku ketîye canê nexweş. Feqîran ji devê xwe kevirên hûr derdixistin, direşandin, ew kevir dipişirandin û dikirine wek ar û h.w.d. Feqîr ji koçekan bi wê yekê va dihatine cudakirinê, ku xewn şirove nedikirin, wana wextê heyteholên dînî navê Melekê Taûs didan, wextê berevkirina pereyan keşkûla xwe dirêjî haziran dikirin.

Gorî gotinên feqîran, pêşîyên wana di dema Şîxadî da jîne û di bin baskê wî da bûne, ji ber ku ewana xulamên ocaxê bûne.

Gelek edetên feqîran yên ecêb hebûn, wek nimûne, tenê birayê wan an jî destebirakê wan dikaribû porê wan kurr bikira. Piştî mirina wana, destûra tu kesî tunebû nêzîkî meytê wî bibin, xên ji merivên ruhanî, tenê merivên ruhanî dikaribûn kincên wî bêxistana û kefen bikirana.

Kincên mirî bi meyt ra tevayî dibirine ser mezel, lê piştî çalkirinê, eynî ew kesê ruhanî, ku feqîr çal kiribû û ser mezel qewil gotibû, her tişt di mala rehmetlêbûyî jî, li ser kincên wî, digot û paşê ew kinc hildida ji xwe ra.

Gotina koçek ya êzdîyan û gotina feqîr ya ereban bi koka xwe va ji sûfî tên, lê gorî sûfîzmê ewana gerekê bigihîjine hev, bi Xwedê ra pêwendîyan deynin, ji bo xatirê Xwedê qurbanan bidin, bi derblêdanan êşê bigihînine canê xwe, rojîyan bigirin, pey erzê xelkê neçin, bona dîn serê xwe bidin û h.w.d., bona li wê dinyayê herine buhuştê.

Koçek û feqîr kesên ruhanî nîbûn, lê dîsa jî di nav milet da qedirê wan wek qedirê horî û melekan bû.

 





:


: 2016-11-18; !; : 406 |


:

:

.
==> ...

767 - | 716 -


© 2015-2024 lektsii.org - -

: 0.16 .