.


:




:

































 

 

 

 


2




/, /, . , , , . , .

, (birê hevin).

. , , , .

, " ", , . : ", , " (Ya Melekêtaus, tu me ji Zîa xweyke).

, , .

, , , , , . , , .[163]

, , , , .

" " , , , . , - .

 

 

, , , , , . , . : , , , .

- . , : " " (Şêr sêrê xudêye), " - " (Şêr dervanê xudêye).

, -, - . - , , . , .

. , , .

, , . // , , , - (hoste), , , ..

, . . . ; , , . . , , .

- , , .

: , . "" . , . , , : ", , " (Lao, xuedê qewata gur bide te).

, , . , , , . , , . , - . (Kevirê beqî), .

- . .

, , .

. - . , , .

, , . , " . Ÿ , , , , , , ".[164]

, , , .

, , , , , .

- , , , .

 

 

Hebandina teyredeyan

Di folklora kurdî da, wek nimûne di destanên Leyl û Mecrûm, Memê û Zînê û yên mayîn da teyrede (teyr û tû) bi hêza xwe ya nebînayî va cîkî berbiçav digirin. Di destana Memê û Zînê da kevotk bi zarê merivan bi mêrxasan ra dipeyîvin. Di destana Leyl û Mecrûm da kevotk derheqa mêrxasê destanê Mecrûm da malûmatîyan digihînine Leylê. Sê kevotkên xûşk mêrxasên destana Memê û Zînê digihînine mirazên wan.

Di lêgêndên kurdî da em rastî pevgirêdana teyredeyan bi ezmîn, bi ruhberên momin, bi bendeyên li erşê ezmîn, bi hal û wextê tebîyetê ra hene. Gorî lêgênda Reşo piştî ku taûs ji ezmîn dakete ser erdê deh roj derbaz bûn, hêşinaya li ser erdê destpê kirîye gul vedaye û şîn bûye û tu dibêjî qey temamîya tebîyetê bi hatina taûs va şa dibe.

Di lêgênda Dewrêş da dema ku kevotk ji ezmîn tên xwarê, steyrk û hîv dikenin, şa dibin û li ser erdê çiyayê Nemrût peyda dibe.

Di lêgênda Şîxisn[165] da avakarên cihanê bi qilixê teyredeyan xuya dibin. Gorî wê lêgêndê berî ku dinya bixuliqe, behrekî mezin hebûye û di orta behrê da belgekî gulê hebûye. Şîxisin li ser wî belgî rûdinişt. Di behrê da dareke mezin jî hebû û ser wê darê Xwedê û melek Cibrahîl rûdiniştin û ew jî di qilxê teyredeyan da bûn. Xwedê pirsekê dide Cibrahîl:

-Ez kî me û tu kî yî?

-Ew çi pirseke beredayî didî min? Tu ji xwe ra yî, ez jî ji xwe ra me.

Xwedê hêrsa xwe radike, dev davêje Cibrahîl, ew gez dike. Cibrahîl firqas dike û heft salan ser behrê ra difire. Û dema careke din ranêzîkayî li darê dike û ser rûdinê, Xwedê carek din jê dipirse:

-Ez kî me û tu kî yî?

-Tu ji bo çi dipirsî? Tu ji xwe ra heyî, ez jî ji xwe ra heme.

Xwedê dîsa hêrs dikeve, Cibrahîl digeze û ji ser darê difire, diçe.

Cibrahîl dibîne, ku Şîxisin li ser belgê gulê ye û dipirse ka ew di ku da firî.

Cibrahîl jê ra şirovedike, dibêje:

-Di behrê da darek heye, li ser darê teyredeyeke mezin a sipî danîye (rûniştîye), ew timê ji min pirs dike: ez kî me û tu kî yî? . Ez jî bersîvê didim, dibêjim ku tu ji bo xwe heyî, ez jî ji bo xwe heme. Hêrsa wî radibe, ew dev davêje min, min gez dike.

Şîxisin jê ra dibêje:

-Ew Xwedayê me ye, gava bersîva wî didî, bêjê ku tu xuliqdar î, ez jî bi saya serê te xuliqîme.

Cibrahîl difire, diçe bal wê darê, ku teyredeya sipî li ser danîbû.

Xwedê cara sisîyan dipirse:

-Tu kî yî û ez kî me?

Cibrahîl bi temîya Şîxisin bersîvê didê:

-Tu xuliqdar î, ez jî bi destî te xuliqîme.

Gorî lêgêndê Xwedê ji vê bersîvê razî dimîne û dike gazî:

-Xwedîyê me tenê Şîxisin e, yê ku emirî li ser gulan dike û tu dikarî ji wî gelek tiştan hîn bibî.

Piştî wê yekê Xwedê, Cibrahîl û Şîxisin diçin bi hev ra dinyayê bixuliqînin[166].

Em di gelek berhemên folklorîk yên kurdan da rastî wê yekê tên, ku kurd çawa teyrede hebandine.

Di bawermendîyên kurdan da kevotk (kew) û taûs cîkî berbiçav digirin. Ev herdu teyrede dikarin dewsa hevdu bigirin, fûnksyonên wan eynî ne, ji ber ku gorî êzdîyan ruhê qenc him di taûs da heye, him jî di kevotkê da û ew ruh rola parastvan-piştgir diqedîne.

Li dewrana berî Sovyetê hebandina sereke ya hemû êzdîyên Pişkavkazê Melekê Taûs bû. Ew yek heta niha jî bal êzdîyên herêma Mûsilê û Şengalê wisan e.

Gotina Melekê Taûs gotineke erebî ye, ew ji gotinên melek û taûs çê bûye. Bi texmîna êzdîyan melekê ku wana ji her qeza û belayan diparêze, di qefesa teyrê Taûs da ne, lema jî kurdên êzdî ew dihebandin.

Di nav folklora kurdî da, wek nimûne, di berhemên Şeva reş û Memlî da gelek ciyan behsa teyredeyan tê kirinê û hukumdara wan hemû teyredeyan Taûs e. Berhemên gelêrî yên din jî hene, ku tê da behsa Melekê Taûs dikin. Ew di bawermendîyên kurdan da ne tenê teyrede kevotk an jî taûs e ew herwiha Xwedê ye, ku ketîye qilixê wan.

Gorî lêgêndê gava Adem çavên xwe vekirin, zendegirtî ma. Ewî ezmanê çîk û sayî, Roya rengawazî, siteyrkên bi şewq, hîva ronî, ewir û baran, birûsk û firtone, keskesora rengîn, çiyayên bedew, deştên gulvedayî, avên zelal ku dixulxulin, teyredeyên hezar rengî, behr û çemên avilheyatî û gelek xweşîyên dinyayê dît. Melekê Taûs ev her tişt bi dilekî baristan da Adem û zureta wî, ku jîyaneke xweş derbaz bikin.

Adem bi daxaza Melekê Taûs hema ji roja pêşin da dest bi karê xwelîbêcerkirinê dike, ji ber ku nan ji xwelîyê derdiket. Melekê Taûs bona Adem hînî xwelîbêcerkirinê bike, bi qilixê merivan diçe bal wî, ji pêşa xwe çenge genim derdixe, berê xwe dide wî û dibêje:

-Tu van hebên zêrîn dibînî? Evana tovê merivayê ne, jîyanê didine merivan. Tuyê bi van cotên ga xwelîyê bikolî, kert-kertî bikî, van hebên zêrîn bireşînî navê. Tuyê piştî çend mehan deh qatî van heban bistînî û ewê têra te temamîya salê bike. Kesekî nenas ji wî genimî çend çeng reşande ser axê, bang kir, ga livîyan, bû çirînîya cot û erd şov kir[167].

Adem bi sebir li wan dinihêre. Paşê Melekê Taûs ranêzîkayî li Adem dike û dibêje: Ez van herdu ga, cot dîyarî te dikim, ezê te hînî bikaranîna cot bikim û tuyê bizanibî ku hebên sitendî çawa bi kar bînî[168].

Lema jî di mîtologîya kurdan da Melekê Taûs wek Xwedayê xwelîbêcerkirinê tê hesibandinê.

Heykelê Melek Taûs bi şikilê taûs an jî kevotkê ye. Wek wî heykelî çend heykelên din yên ji sifir hatine çêkirinê[169]. Ev heykel li herêma Şengalê, li Lalişê ne.

Bi emirê mîrê êzdîyan qewalên ku ew heykel diparastin, carna hildidan û li warên êzdîyan da digerîyan bona di nav êzdîyan da qanûnên dînî bela bikin û mehkem bikin. Bi wê armancê sala 1914an ji herêma Mûsilê qewal Hecî, Eylaz û Huseyn şandibûne Ermenîstanê. Ewana di gundê Sengerê li navçeya Aparanê û gundê Karvanserayê li navçeya Artîkê diman. Ewana li gundên êzdîyan da digerîyan û milet ji bo xatirê Melekê Taûs pir hediya û dîyarî dida wan.

Qewal sala 1929an vegerîyane welatê xwe, çiyayên Şengalê û îdî hew hatin. Ewana Taûs bi xwe ra ne birin, ew ma bal şêxekî Sengerê û ewî bi xemxurîyeke mezin ew diparast bêy heytehola siyarkirinê derbaz bike, ji ber ku heytehola siyarkirinê tenê ew qewal zanibûn. Destûra nûnerên dînî yên mayîn tunebû wê heyteholê bikin.

Heytehola siyarkirina Taûs bi vî awayî dikirin: roja heyteholê, ango şayînetîyê, yek ji qewalan di hundurê odeya bi merivan va kimkimî da li rex Taûs disekinî. Ji her maleke gund merivek, pir caran malxwêyê malê, gerekê bihata wê odeyê. Xên ji êzdîyan nûnerê tu miletekî din nikaribû tevî wê şayînetîyê bibe.

Dîndar gerekê ji ber şêmîka dêrî ser çokan xwe nêzîkî Taûs bikira, pêşî ew ramûsa, paşê biçûya destê qewal û gerekê bigota ka çi hediya anîye, wek nimûne: Min bona navê Taûs pezek da. Malxwêyekî din an jî neferê maleke din dihat û eger pez an dewarê wî tunebû, pere dida û ha berdewam dibû heta mala gund a dawî.

Piştî hedîyadayînê heytehola dînî ya bi sitirangotinê va derbaz dibû. Yek ji qewalan li bilûrê dixist, yekî din li defê dixist, yên dinê jî sitiran digotin. Êzdîyên nexwendî ji dengê bilûrê, diholê û sitirana heyrî mabûn û her yek bi awayê xwe ew heytehol qebûl dikir.

Piştî sitiranên dînî û diyarîdayînan dest pê dikirin Taûs radimûsan. Hemû gundî, mezin û biçûk, jin û mêr dor bi dor Taûs radimûsan, diçûne destê qewal, lê qewal di ber xwe da digot: Taûs bi te ra be.

Bi vî awayî heytehola siyarkirina Taûs xilaz dibû.

Qewal wan dewarên ku wek hedîya sitendibûn, difirotin, ji pereyan beşek ji mîrê êzdîyan ra dişandin, beşek jî ji xwe ra hildidan. Êzdîyên navçeyên Talînê û Aparanê di dema berî Sovyetê da gava hebên nên direşandin, bona ekinekî baş bistînin, navê Melekê Taûs didan, kesê nan diçinî, digot: Ya Melekê Taûs, tu nan bidî me, Ya Melekê Taûs, tu zevîya me şîn bikî.

Jinên ku zarok nedianîn, herdem hewara xwe li Melekê Taûs dadixistin. Di qewlên kurdî da tê gotinê: Melekê Taûs Xwedê ye.

Dema heytehola derbazkirina cejina Melekê Taûs niha jî êzdîyên Şengalê di destpêka baharê qurban didin, dîyarîyan didin, eyda xwe derbaz dikin.

Wek em dibînin, bal êzdîyan Melekê Taûs Xwedayê ekindarîyê û xweşbextîyê ye, Xwedayê mirinê û jîyînê ye.

Cejina Melekê Taûs di derbaharê da destpê dibe.

Di dema xebata malhebûna gundîtîyê, deranînê Xweda peyda dibin, yên ku bi hêza xwe, bi kirinên xwe va dişibine melekên din padîşahan, desthilatdaran û h.w.d.

Merivên ruhanî derheqa wan hukumdaran da evsaneyên cuda-cuda ber xwe derdixin û ser wê bawerîyê ne, ku ew xwedî hêzeke mezin in û ew hêz ji ezmanan hatîye. Gotineke pêşîyan heye, dibêje: Xwedê şûnda padîşah e.

Di nav êzdîyan da jî weke Xwedê ji hêzên ezmanî hiz kirine. Gorî wana eger li ser erdê yek heye ku serokatî li me dike, ew padîşah e û wisa jî li ezmanan yek heye, ku serokatî li cihanê, li erşê ezmîn, merivan û heywanan dike, ew jî Xwedê ye.

Bawermendîyên wa bal xaçparêzan, musulmanan û dînên mayîn jî hene.

Di sitiraneke kurdî ya dînî da ev fikir bi awakî zelal xuya dibe:

 

Şîxadî Pêxember e

Şîxisin resûl elah e

Şêxobekir ewliya ye

Me şedetîya tarîşa xwe

Melekê Taûs ra daye [170].

 

Wek em dibînin, bendeyê tikî tenê, ku êzdî û mala hadîyan (şêx û pîr) bawermendîya xwe bi wî tînin, ew Melekê Taûs e, yê ku bendeyê herî sereke ye, bê şirîk û bê heval e, ango Xwedê ye.

Derheqa Xwedê da di nav êzdîyan da bawerîyeke din jî heye, ku li erşê ezmîn Xwedêyekî Mezin ê ezmanî heye, lê Melekê Taûs alîkarê wî ye.

Derheqa Xwedêyê bê şirîk û bê heval da hema bêje di hemû pirtûkên dînî da hene, wek nimûne di quranê da ew fikir wa hatiye nivîsar: Ew (Xwedê. E.E.) e, ku cihan ji we ra kirîye cî û nivîn û dinya şên kirîye, ji ezmanan av anîye û pê ber çê bûne bona ji we ra bibe xurek: ji ber wê jî kesî neşibînine Xwedê[171].

Di quranê da fikireke ha jî heye: Ew desthilatdarê hêsîrên xwe ye.

Ev fikir em di bawermendîyên kurdan da jî dibînin, gava berê xwe didine Melekê Taûs. Di evsaneya Erdewid da bona hêz û zoraya wî bê ber çavan, ha tê gotinê: Temamîya dinyayê bi serokatîya Melekê Taûs tê rêvebirinê, ew desthilatdarê hêsîrên xwe ye. Hemû hêsîr gerekê destê wan li ser dilê wan ber wî pante bidin (temene bin).

Ne dûr e, ku êzdîyan çav dane Xwedayê farisên kevnare Ahûra Mazda. Wisa tê texmînkirinê, ku navê Melek Êzdî ji navê Ahûra Mazda xuliqîye.

Him bal ermenîyan, him bal kurdan Ahûra Mazda yekî mezin, xuliqdarê erd û ezman, xwelîyê û dewlemendtîyê ye.

Berî ku ermenî xaçparêzî qebûl bikin, Xwedayê wan Aramazd bûye.

Bawerîya êzdîyan ya here sereke Melekê Taûs e. Di dînê êzdîyan da êlêmêntên dînên kevnare, paşê jî yên pûtperestîyê, zerdeştîyê, xaçparêzîyê û mehmedîyê hene.

Di nav beşeke êzdîyan da ew fikir heye, ku eger Ahûra Mazda Xwedayê herî mezin bûye, lê Melekê Taûs alîkarê wî bûye, dêmek dînê êzdîyan dînê îranî ye, an ji wî dînî xuliqîye. Ev yek, bi fikira me, şaş e.

Lêgerînên me em anîne ser wê fikirê, ku ne tenê tesîra dînên zerdeştîyê û mehmedîyê li ser kurdan heye, lê herwiha tesîra xaçparêzîyê jî heye. Hukumê dêra xirîstîyanîyê li ser kurdan ewqas pir bûye, ku ewana gelek caran diçûne dêran, li wir qurban didan, ebabetî dikirin.

Andranîk derheqa bawermendîyên kurdên Dêrsimê da nivîsîye: Ewana bi dîyarî û hedîyayên wisa mezin va diçûne dêra Sûrb Karapêt ya Hanlortuyê û ew dêr ewqas ber dilê wan ezîz bû, çiqas ku ber dilê her ermenîyekî ezîz bû[172]. Ewana wisa bawerîya xwe bi wî dînî dianîn, ku çi jin, çi mêr ji dûr va diketine ser çokan, erd radimûsan heta digihîştine mizgeftê, lê hema digihîştin, vê carê îdî dîwarên wê radimûsan û paşê diketine hundur.

H. Şahpazyan jî derheqa hukumê dêra xaçparêzîyê li ser kurdan nivîsîye: Kurd niha musulman in, lê ew zanin, ku ji demên buhurî da çûne dêrên ermenîyan û niha jî diçin[173].

Di gundê kurdan Cercerîsê, navçeya Aparanê, dêra xaçparêzîyê heye, ku niha di halekî xirab da ne, ew bûye kelefe. Binecîyên wira dibêjin, ku ermenî û êzdî diçine wê dêrê û herdu milet jî ew dêr dihebînin. Li wir ermenîyan mûm vêdixistin, lê êzdîyan çirayên don vêdixistin.

Xaçparêz û musulman êzdîyan wek peyhatîyên şeytîn hesibandine. Musulman Taûs hesibandine ne ku sîmvola qencîyê, lê ya xirabîyê.

Wek ku di dînê zerdeştîyê ya dualî da, wisa jî di bawermendîyên êzdîyan da ruhên qenc û xirab hene. Ew yek ne ji dînê zerdeştîyê tê, lê ji bîr û bawerîyên kevnare yên derebegîyê tên.

Bêy ku guh bidine ser vê rastîyê, derheqa êzdîyan da fikireke şaş saz bûye, ku ew peyhatîyên şeytîn in û Taûsê wan jî ruhê xirabîyê ye.

Zanyarê rûs A. Sêmyonov, ku haya wî ji êtnografî û zargotina kurdan tune, erf û edetên kurdan ra ne nas e, bêy ku bingeheke wî hebe, dinivîse: di sînorên Yekîtîya Sovyet da, li Tirkîyê, Farizistanê û Mêsopotamîya Bakur eşîreke kurdan ya bi navê êzdî dijîn, ku ruhê neqenc dihebînin, ez dibêjim ku ew di wî alî da di dinyayê da yek nimûne ne[174].

Lê zargotina kurdan vê bawerîya zanyarê rûs red dike, ji ber ku di wê zargotinê da li tu cîyan ruhên xirab nayêne pesinandin, hela eksî wê, di hindava wê da kîn, eynat û nefret heye.

Melekê Taûs di bawermendîyên êzdîyan da şeytan nîne, wek hinek difikirin, lê ruhekî qenc e, ku derheqa vê yekê da me li jor behs kiribû.

Bi bawerîya êzdîyan şeytan li temamîya dinyayê digerin bona zirarê bidine merivan û heywanan. Bal êzdîyan dêw jî dibişine şeytanan. Eger şeytan, dêw û reşên şevan dinya xirq nakin, ew bi saya serê Melekê Taûs e, ji ber ku ew serokatî li hemû cihanê dike, ew haj ji rastîyê û qelpîyê, hizkirinê û nefretê, ronayê û tarîyê, jidayîkbûnê û mirinê heye.





:


: 2016-11-18; !; : 412 |


:

:

: , .
==> ...

1976 - | 1604 -


© 2015-2024 lektsii.org - -

: 0.052 .