.


:




:

































 

 

 

 


1




 

- , . , , .

, , .

. . .

. . -. / / , - . , . - :

- , . , ?

: - , , . . , .

- , !?

- , .

- ! - -. - , , - . , , . , .

- , .

- .

, , . , ; . , , . , .

- , - , - , .

- , - , .

. , , .

, // . -, . .[350]

 

 

13. Bedir û Destegul

Di bawermendîyên kurdan da dîk jî cîkî layîq digire, yê ku her ro di wextê xwe da bang dike, ew di malhebûnê da seheteke zindî bû, xwesma di dema çandinîya baharê û payîze da, di demên ekinberevkirinê da. Her sibe, hema bêje di eynî wextê da bangdayîn bal êzdîyan fikireke wisa saz kiribû, ku di wê yekê da biryara yê jorîn heye, ew ser wê fikirê bûn, ku di nav bedena dîk da ruhek heye, ku wî mecbûr dike bang bide. Lê gava mirîşk bikira qirte-qirt, wê ecêbek bihata serê neferên malê. Bi vî awayî, êzdî ekindarî, xweşbextî û bextreşîya malê, jîyan û mirin, hatina baharê û bûyarên din bi teyredeyên malê û kûvî va girê didan.

Hebû, tunebû darek hebû, navê darê Destegul bû. Ew dar li berpala çiyayê Meymacx bû. Ji darê hinekî wê da gundek hebû û tê da xortekî porkurîşk dima, navê wî Bedir bû.

Rojekê Bedir diçe nêçîrê û rastî kêvrûşkekê tê. Ew tîr û kevanê xwe saz dike, tîrê xwe davêje, li lingê kêvrûşk dikeve, kêvrûşk direve, lê nêçîrvan dide pey. Nêçîrvan 15-16 salî bû, ew ewqas jîr bû, ku ber çavan winda bû.

Kêvrûşk direve, dikeve kolika dara Destegul. Bedir diçe digihîje darê, îdî kêvrûşkê nabîne, dixweze bi tîrê li darê xe, bona kêvrûşk ji kolika darê derkeve. Û ji nişkêva ji darê dengek dertê: Kêvrûşk guneh e, guh bide min, kê ku vê kêvrûşkê bikuje, ewê bi xwe bimire.

Bedir zendegirtî dimîne, sawek pê digire, bi wî va wisa xuya bû, ku Horî dipeyîve.

-Ezê guh bidime te,- xort dibêje û heft caran dua li darê dike. Ew tîr û kevanê xwe hildide û dixweze vegere mal, hew dibîne keçeke bedew ber wî disekine.

-Baş, xorto,- ew jê ra dibêje,- min çi ku got, te pêk anî, tu xortekî baş î, niha bêje ka tu hewcê çi yî, tu çi dixwezî, ezê alî te bikim.

-Ez şerm dikim bêjim,- xort bersîvê dike.

-Na, şerm neke.

-Eger ez bêjim, tuyê hêrs nekevî?

-Na!

-Ez ji te hiz dikim!

-Eger wisan e, ez wisa fêm dikim, ku tu dixwezi bi min ra bizewicî.

-Belê.

-Ez razî me.Xort û keçik hev hemêz dikin.

-Navê te çi ye?- keçik dipirse.

-Bedir.

-Delalê min Bedir, navê min jî Destegul e, ez horîya vê darê me. Te guh da min û li darê nexist. Eger te lêxista, tîra te wê li min biketa, lema ez dixwezim te bistînim, lê ez nizanim dê û bavê te hene an na.

-Hene.

-Tu ji wan ra nebêje ku ez Horî-Perî me. Hema te surên min dîyar kir, ez îdî bal te namînim. Xûşkeke min heye, ew di kolika vê darê da dijî, em gerekê hertim teselîya wê bikin. Ji hemû gundîyên xwe ra bêje, ku karê wan li vê darê tune, bira zirarê nedine wê.

Xort gelek şa dibe û dibêje:

-Ser çavên min, Destegul, ez ji te hiz dikim, tu çi bêjî, ezê wek ya te bikim.

Ewana dizewicin û digihîjine mirazê xwe, hûn jî bigihîjine mirazê xwe[351].

 

 

 

-. , . , .

- . , , . , , . , . , . , , , : " . , - ". . , , .

- , - . , . .

- , - , , . , , .

- , - .

- , .

- ?

- .

- .

- , ?

- .

- . .

- ? - .

- .

- , - . , . , . ?

- .

- , . , . , , . , .

- , , .

, . .[352]

 

14. Dar

Di bawermendîyên kurdan da dîk jî cîkî layîq digire, yê ku her ro di wextê xwe da bang dike, ew di malhebûnê da seheteke zindî bû, xwesma di dema çandinîya baharê û payîze da, di demên ekinberevkirinê da. Her sibe, hema bêje di eynî wextê da bangdayîn bal êzdîyan fikireke wisa saz kiribû, ku di wê yekê da biryara yê jorîn heye, ew ser wê fikirê bûn, ku di nav bedena dîk da ruhek heye, ku wî mecbûr dike bang bide. Lê gava mirîşk bikira qirte-qirt, wê ecêbek bihata serê neferên malê. Bi vî awayî, êzdî ekindarî, xweşbextî û bextreşîya malê, jîyan û mirin, hatina baharê û bûyarên din bi teyredeyên malê û kûvî va girê didan.

Mîrmih lawê Bakulî bû. Gava bavê wî mir, Mîrmih sond xwer ku here welatekî wisa, li ku mirin tunebe. Mîrmih li hespê xwe siyar bû û dest pê kir li dinyayê bigere. Zef çû, an hindik çû, rastî maleke bedew hat, ku di nav bax û baxçan da xemilî bû. Di wê malê da sê xûşkên kaw û kubar dijîtin. Mîrmih bi wan ra bû nas û bû birayê wan. Hersê xûşk di hindava birayê xwe da gelek guhdar bûn. Ewana sibê heta êvara dereng di baxçê bi ava avilheyatê va nixamtî da roja xwe derbaz dikirin û hewcedarîya wan bi tu tiştî tunebû.

Carekê hersê xûşkên Mîrmih hazirîya xwe didîtin herin seyranê. Ewana ber Mîrmih pêşnîyar dikin hilnekişine ser dara avilheyatê, ku zirarê nedinê. Piştî çûyîna xûşkan Mîrmih hildikişe ser darê û dora xwe dinihêre, welatê wî dikeve bîrê. Gava xûşk ji seyranê vegerîyan, Mîrmih berbirî wan bû û got:

-Xûşkên mine delal, ezê herime mala xwe, ez îdî bal we namînim, welat şîrin e.

Xûşkan got:

-Were bi a me bike, neçe, tuyê poşman bî.

Yek ji xûşkan ji darê çend sêv çinî û da Mîrmih û jê ra got eger di rê da rastî rêwîyan tê, wan sêvan nede wan.

-Bira bi gotina we be,- Mîrmih got.

Ewî nizanibû çiqas wext derbaz bûbû, ew wisa zanibû, ku ser hev du-sê sal derbaz bûne. Ewî sêv hildan, li hespê xwe siyar bû û ber bi welatê xwe çû. Çû gihîşte gundê xwe, dît ku di mala wî da merivên din dijîn, navê xwedîyê malê jî Mîrmih e û navê xwe jê ra negot.

-Ji neferên mala we tu kes winda nebûye?- xort jê pirsî.

-Ez nizanim,- kalê got,- lê neferekî mala me ji min ra gotîye, ku yekî bi navê Mîrmih winda bûye.

Mîrmih hêja fêm kir, ku ji çûyîna wî çendik-çend sal derbaz bûne û ji mala wî tu kes sax nemaye. Ew rabû li hespê xwe siyar bû, da ser rê, ku here bal xûşkên xwe. Di rê da jineke kesîb rastî wî hat û ji keça xwe ya nexweş ra sêvek xwest û got, ku eger keça wê sêvê bibîne, wê çavên xwe veke.

Mîrmih sêvek da wê jina belengaz, lê paşê poşman bû, ji ber ku ew kaltir bû. Ne di bîra wî da bû, ku ew sêva dara rex ava avilheyatê bû û xwe şaş kiribû, lema sêv da jinikê. Mîrnih riya xwe dûmayî kir, pir çû, hindik çû, rastî keçeke feqîr hat, ku hema bêje tazî bû. Keçikê ji Mîrmih hîvî kir, gotê: Xwedê hebînî, ji sêvên bal xwe yekê bide min, dilê min dikizire. Xort ji berîka xwe sêvek derxist, da keçikê. Keçik ji wan deran betavebû, winda bû.

Mîrmih çû gihîşte baxçê û kete hundur. Xûşk pê hesiyan ku ew vegerîyaye, çûne balê, hema nêzîkî wî bûn, ew can da, mir[353].

 

 

 

. , , . . , .

. . , - . . , , .

- , . , . . :

- , , .

- , , - , - .

. , , . - , , - .

. , - . , , . , , , , . , : - , , ? - , - , - - , - .

. , . . , .

. , , , . , - , , . , - . .

, . , , . , .[354]

 

15. Şemê û Nemo

Di bawermendîyên kurdan da dîk jî cîkî layîq digire, yê ku her ro di wextê xwe da bang dike, ew di malhebûnê da seheteke zindî bû, xwesma di dema çandinîya baharê û payîze da, di demên ekinberevkirinê da. Her sibe, hema bêje di eynî wextê da bangdayîn bal êzdîyan fikireke wisa saz kiribû, ku di wê yekê da biryara yê jorîn heye, ew ser wê fikirê bûn, ku di nav bedena dîk da ruhek heye, ku wî mecbûr dike bang bide. Lê gava mirîşk bikira qirte-qirt, wê ecêbek bihata serê neferên malê. Bi vî awayî, êzdî ekindarî, xweşbextî û bextreşîya malê, jîyan û mirin, hatina baharê û bûyarên din bi teyredeyên malê û kûvî va girê didan.

Şemê jina Nemo bû. Nemo nexweş ket û mir. Ezrahîl ruhê wî bire buhuştê. Sê derîyên buhuştê hebûn, ber her derîyekî dêwek sekinîbû. Yê pêşin sipî bû, yê dudan sor bû, yê sisîyan reş bû. Ew dêwana xên ji qasidên Xwedê, destûra tu ruhî nedidan bikevine buhuştê. Dojeh jî wisa bû, ji ber ku buhuşt û dojeh di eynî heyatê da nin.

Jina Nemo got: Ruhê min gerekê bigihîje ruhê mêrê min. Ew çû ser mezelê mêrê xwe sekinî, agir dada, xwe avîte nava êgir û şewitî. Ew yek ne bi daxaza Ezraîl bûbû, lema jî Ezraîl li ruhê wê xwedî derneket. Ruhê Şemê zanibû ku ruhê Nemo çûye buhuştê. Ruhê Şemê çû ber derê buhuştê, dêwê sipî dît, gotê

-Destûrê bide ez herim bal ruhê mêrê xwe.

-Na, madem ku Ezraîl ne bi te ra ne, ez nahêlim,- dêwê sipî got.

-Ez rica dikim, bihêle.

-De ka bihêle ez te ramûsim, paşê ezê te bihêlim tu herî hundur,- dêw got.

Ruhê Şemê devê xwe da ber devê dêwê sipî û tû kirê. Dêw mir, ji ber ku ruhê Şemê di nav xwelîyê da bû û ji cendekê wê bîna xwelîyê dihat.

Şemê çû bal dêwên sor û reş, bi wî awayî ew jî kuştin, çû gihîşte ruhê mêrê xwe û heta îro jî ew bextewar dijîn[355].

 

 

 

, . . , . , . . , .

, . , . , . , , . - :

- , .

- , , , - .

- , .

- , , - .

, , . , , . , .

.[356]

 

16. Bozelî

Di bawermendîyên kurdan da dîk jî cîkî layîq digire, yê ku her ro di wextê xwe da bang dike, ew di malhebûnê da seheteke zindî bû, xwesma di dema çandinîya baharê û payîze da, di demên ekinberevkirinê da. Her sibe, hema bêje di eynî wextê da bangdayîn bal êzdîyan fikireke wisa saz kiribû, ku di wê yekê da biryara yê jorîn heye, ew ser wê fikirê bûn, ku di nav bedena dîk da ruhek heye, ku wî mecbûr dike bang bide. Lê gava mirîşk bikira qirte-qirt, wê ecêbek bihata serê neferên malê. Bi vî awayî, êzdî ekindarî, xweşbextî û bextreşîya malê, jîyan û mirin, hatina baharê û bûyarên din bi teyredeyên malê û kûvî va girê didan.

Wextekê padîşahek hebû, sê kurên wî hebûn. Qaçax herdem êrîşî li ser kerîyên pezên wî dikirin û ew dişêlandin. Padîşah kurê mezin dişîne ber pêz, ew diçe. Şev nîvê şevê xew ra diçe, cerdeke talankaran êrîşî ser kêrî dike û nîvê pêz dibe. Ew tê bal bavê xwe, dibêje:

-Bavo, cerdê nîvê pêz bir.

Vê carê padîşah kurê xwe yê orte dişîne ber pêz, cerd pezên wî jî dibe. Saltira dinê padîşah kurê xwe yê biçûk Mîrze Mehmûd dişîne ber pêz. Cerd êrîşî ser pezên wî dike, Mîrze Mehmûd şerê wî dike, ewana xwe li riya revê digrin, diçin dikevine gêlî.

Şebeqê li wir tu kes tunebûye, ew dibê qey dizan beşeke pezên bavê wî dizîne, gerekê paşda vegerînin. Mîrze Mehmûd pir diçe, an hindik diçe, rastî malekê tê. Ber dêrî pîrekê agir dadabû û li dor û berên xwe dinihêrî. Mîrze Mehmûd ji hespê xwe dadikeve, û silavê dide pîrejinê. Jinika pîr xort dibe hundur, lê ew bi xwe hey diçe derva, hey tê hundur. Mîrze Mehmûd dipirse:

-Dayê, tu çima wisa zû bi zû diçî derva û têyî hundur?

-Lao, di bajarê me da axayekî zalim dijî, navê wî Bozelî ye, ew herdem kurê min dişîne talanê xelkê. Niha ez li benda lawê xwe me, ew îdî roja sisîyan e bi cerdê ra çûye.

Demek derbaz dibe, kurê pîrê tê, ber dêrî disekine, dibêje:

-Dayê, vê carê merîkî xurt rastî min hat. Wextê me dixwest pez bidizîya, ewî da dû me, ez ancax ji dest wî filitîm. Navê xortê ku dabû dû me, Mîrze Mehmûd bû, lê jê ra Bozelî jî digotin.

-Bozelî ez bi xwe me,- Mîrze Mehmûd got,- ez hatime bona heyfa xwe ji wan kesan hildim, ku pezên min dizîne. Niha tu navê wî merivî bêje, ku pezên min bal wî ne.

Pîrê xwe wisa datanî, ku xudêgiravî cîyê axa nizane.

-Here bal xûşka min ya orte, ewê cîyê axa ji te ra bêje.

Bozelî diçe bal xûşka orte.

-Kurê min, xûşka ortê dibêje,- axa bi cerdê ra çûye dizîya pêz.

Demekê şûnda kurê wê jî tê û derheqa kirên Mîrze Mehmûd da gilî dike.

-Mîrze Mehmûd ez bi xwe me. Cîyê axa bêjin, ezê herim heyfa xwe jê hildim.

-Xûşka biçûk cîyê wî zane,- pîrê dibêje.

Mîrze Mehmûd diçe welatekî dûrî derez. Ew xûşka biçûk jî dibîne, ku ber derê xwe sekinîye. Ew diçe bal pîrê disekine, dibêje:

-Dayê, were hewara min.

Jinik dibêje:

-Tu kurê min î, ez dayka te me.

Pîrê ji bo xort nan datîne, xort nanê xwe dixwe. Dawî kurê xort jî tê malê, ew jî behsa Mîrze Mehmûd dike û jê ra dibêje:

Mîrze Mehmûd, tu bibaxşîne, dayka min derheqa te da gilî kirîye, ez zanim, ku pezên te hatine dizîn, me ew yek bi fermana axa kirîye.

-Cîyê wî ji min ra bêjin, ezê heyfa xwe jê hildim,- Mîrze Mehmûd dibêje.

Pîrê cîyê mala axa nîşanî Mîrze Mehmûd dide û dibêje:

-Ewê bikeve qilxê qîzan, tu ji wî bawer nekî.

Bozelî diçe mala axa, silavê didê û dibêje:

-Ez hatime şerê te bikim, ji ber ku te pezên min dizîne.

-Başe,- axa bersîvê dide.

Axa wî dibe odeyeke din, gazî xulam û xizmetkarên xwe dike, bi surî dispêre wan pezekê serjê bikin, beroşekê daynine ser êgir, pêz biqejirînin, daynine ser birinc û daynine ber Mîrze Mehmûd. Eger ewî hemû goşt xwer, ewê bi serkeve, eger nikaribû, wê bide der (zora wî biçe).

Xulam û xizmetkar fermana wî bi cîh tînin. Ewana sinîyeke birinc, bi goştê pêz yê qelandî dibin datînin ber Bozelî û diçin. Tarî ketibû erdê. Gotinên xûşka mezin dikevine bîra Mîrze Mehmûd. Ew diçe derva, li siteyrkan dinihêre. Çend deqeyan şûndatir xûşka mezin ber wî disekine, enîya wî radimûse û dest pê dike pê ra goşt dixwe.

Demekê şûnda xulam diçine bal Mîrze Mehmûd. Gava dikevine hundur, pîrê nabînin, ji ber ku ew bi çavan nayê dîtinê, jineke sêr bûye. Xulam dibînin, ku xwerin ser xilazbûnê ye. Bozelî ji wan ra dibêje:





:


: 2016-11-18; !; : 328 |


:

:

, , .
==> ...

1832 - | 1709 -


© 2015-2024 lektsii.org - -

: 0.077 .