.


:




:

































 

 

 

 


4




Edetên vî awayî yên hindava êgir da bal gelek miletan heye, wek ermenîyan, gebran, azirîyan, osan, asûrîyan, xêvsûran û yên din. Bal ermenîyan jî îzin tune tûyî li ser êgir bikin, ew qirêj bikin, ser ra banz din[192].

Êzdî bawer dikirin, ku heywanên beyanî ne bê hemdî xwe ji êgir direvin, lê ji ruhê Pîrê êgir direvin.

Bal êzdîyan nimûneyeke din jî heye derheqa hebandina wan ya êgir da: êzdî ser mezelê merivê teze mirî sê şevan agir vêdixin bona ku heywanên kûvî nêzîkî mezel nebin, bona ruhên neqenc ji mezel ruhê mirî nedizin, nebin û ser wê bawerîyê bûn, ku Ezrahîl wê zûtirekê bê û ruhê mirî bişîne buhuştê an jî dojehê. Fikireke din jî di agirdadanê da heye: bona ruhê mirî li vê dinê jî, li wê dinê jî bi êgir ra eleqedar bibe.

Kurd mezelê wî merivî wek ziyaret dihebandin, yê ku di jîyana xwe da tu caran tûyî li êgir nekirîye, ew qirêj ne kirîye û çêrî êgir ne kirîye.

Mezelekî wisa li gundekî kurdan Manazgirê hebû

Rex Manazgirê, ku gundekî kurdan e, kevirê ser gorê heye, ku ermenî jê ra mezelê Aznaûr dibêjin. Çend mezelên wisa wek ocax têne hebandin[193].

Gorî êzdîyan ruhê êgir ewqasî bi hêz e, ku tu ruhekî neqenc nikare xwe nêzîkî wî bike û zirarê bidê. Ji ber wê ye, ku ruhên neqenc nikarin ranêzîkayî êgir bikin.

Bi bawerîya êzdîyan agir û komir ruhên neqenc ji xwe bi dûr dixin. Gurcên herêma Kaxêtê jî bi eynî awayî difikirîn û ewana ser wê bawerîyê bûn, ku agir û komir ruhistînên ruhên neqenc in. Ew wisa bawer bûn, ku eger meriv şev ji mal derê, here avê bîne, wê demê wê ruhên neqenc bikevine mala wî. Bona ew yek neyê ser malê, ber şêmîka wî merivî komir direşandin, ku ew ser ra derbaz bibe, paşê here avê bîne[194].

Êzdî di cejina 8ê adarê da herdem kuçik vêdixistin, berevî dorê dibûn û berê xwe didane ruhê êgir, digotin: Ya ruhê agir, tu me ji ya neqenc xwey bikî.

Gundê Emençayîrê li herêma Qersê edetek hebû: bona ji bextreşîyan û belayan xilaz bibin, dora tendûran hinek edetên dînî dikirin. Wek: eger zaro dereng dest pê dikir xeberde, an jî dereng rê here, ji destê zarê digirtin, dora tendûra sincirî digerandin, sê cara fitil didan û digotin: Pîrê agir, îzinê bide zaro xeberde. An jî: Ya Pîrê agir, tu qewatê bidî kurê min, bila ew rê here. Xwedîyê zarokê xênji wê yekê, ku ji destê zarokê digirt, dor tendûrê digerand, di ber xwe da dikire pinte-pint, gine-gin bona ku zaro jî mîna wî xeberda û rê biçûya.

Gorî êzdîyan agir serkanîya dewlemendbûnê ye jî. Bona wî meremî merivên destteng ji malên dewlemendan agir dibirin, pê ocax û tendûrên xwe vêdixistin û ser wê bawerîyê bûn, ku ewê jî dewlemend bibin.

Kurdên êzdî ji bin beroşa şîr agir nedidan cînaran, çimkî şîrê dewarên wan wê kêm bûya.

Êzdî bawerîya xwe pir bi agirê ziyareta Laliş dianîn. Ewana ser wê bawerîyê bûn, ku dûyê ji ocaxa wira berê xwe dide cîkî batinî.

Gorî dîndarên êzdîyan agir dayîna Xwedê ye, lema jî dûyê wê ocaxê daxaza merivan dibe digihîne Melekê Taûs.

Gorî qiseya qewal Huseyn, roja cejina Eyda êzdîyan li Lalişê, serê sibê kevanîyên malan agirê dûyê ocaxa mala xwe ditemirandin, diçûne ziyaretê, ji wira agir hildidan, dibirin malên xwe bona bi agirê ocaxa Lalişê jîyaneke nû bidana ocaxên xwe.

Gava tendûr vêdixistin, dora wê direqisîn û sitiran digotin, wek:

 

Berçev-berçev diçûme

Pêşîya te şa bûme

Ez dewlemend bûme.

 

Dora kuçikê teze vêxistî dîsa direqisîn, distiran û şa dibûn.

Reqasa li dor agir an jî kuçikan bal gelek miletan heye. Ev edetê dînî ji bo wê yekê tê kirinê, ku ber dilê ruhê êgir da bên, razîbûna xwe bidin wî. Li Bêlgîyayê di demên buhurî da rojeke bi navê Roja agirê mezin hebû û di dema wê cejinê da zarok 1-2 heftêyan mal bi mal digerîyan û xurek berev dikirin[195].

Bal êzdîyên Şengalê edetekî dinê jî hebû. Em binihêrin çika derheqa wî edetî da qewal Huseyn çi dibêje: -piştî binaxkirina kesê mirî, ser mezelê wî agir dadidan, dora agir dua dikirin û vedigerîyane malên xwe. Piştî çend sehetan bêy ku kincên xwe bêxin, diketine nava ava çêm an jî kanîyê, ku ava avilheyatî dihate hesibandin. Ev edet me tîne ser wê bawerîyê, ku hebandina avê jî hebû. Edetekî ha li Hindistanê jî heye. Li vir merivên kesê mirî berî şewitandina can û cesetê mirî berevî dora kuçikê êgir dibûn û bi kincan va diketine ava rex êgir[196].

Kesên pûtperest derbaharê kuçik dadidan û bi heytehol qedirê Xwedayê êgir digirtin bona ekinê salê pir be. Bal êzdîyan dewsa Xwedayê êgir Pîrê êgir heye. Ev edet derbazî nava xaçparêzan jî bûye. Ev eyda dînî herdem di roja bîranîna Îsa da tê derbazkirinê. Dêra xaçparêzîyê ne tenê ev eyd, lê gelek eydên din yên girêdayî êgir va ji gelek miletên din wergirtîye.

Hebandina êgir di cejina Têrndêz da jî xuya dibe, ku ji ermenîyan derbazî nava kurdan bûye û tê maneya qebûlkirina Xweda (Tyarindarac).

Bal ermenîyên Bûlanixê edetekî wa hebû: Pîrejin wê rojê çiraya bi agirê pîroz ya Têrndêzê vêxistî digerandin, bi agirê wê bimbûlên mirîşkan dişewitandin, bona ew bikaribin kurk rûnên[197].

Êzdî eyda Têrndêzê 17ê sibatê derbaz dikirin, bi kurdî digotin Eyda 17ê sibatê. Ewana ji kuçikê Têrndêzê xwelî hildidan û ji kulekên goman direşandin bona ruhê neqenc betavebûna û heywan ber bidana. Ji wê kozîya xwelîyê çengek dihîştin, di dema çandinîyê da tevî toxim dikirin, direşandine nava axê, bona ew sal saleke bereket be.

Jinên megîran, ku zar ne dianîn, berî ku bi mêrê xwe ra bikevine nava cîyan û serê xwe bi hev ra bikine yek, ji kozîya kuçik hinek dadiqurtandin û digotin: Pîrê agir, de ma li te, ango dixwezin bêjin, ku ruhê agir, îdî hêvîya me tu yî.

Ji wê kozîyê weke kevçîyekî biçûk dikirine nava avê û didane nexweş, bona ew qenc bibe.

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku agir nexweşîyan jî qenc dike, ji ber ku Pîrê êgir rehm e. Jina kurd, ku bi nexweşîya jinan dikeve, bêy derpê xwe li ser agir mêl dikir û berê xwe dida ruhê êgir, jê ra digot: Pîrê agir, tu min ji vê nexweşîyê xilaz bikî.

Ocax bal êzdîyan wisa hatibû qebûlkirinê, ku gava dua dikirin, digotin: Bira ocaxa te komekê bide me. Di duayeke din da tê gotinê: Bira ocaxa te şên be. Vira gerekê bidine ber çavan, ku ne tenê behsa agir an jî kuçikê dikin, lê qesta wan mal û malbet e.

Dema nifirkirinê digotin: Ocaxa te bitemire, ango mala te xirab bibe, mala te pîre-pîreyî bibe û h.w.d.

Bi vî awayî, agirê ku bingehê ocaxê û malê ye, dibû tiştekî wek ziyaretê û ew agir parastvanê mal û malbetê bû.

 

- // // . , , .

, "" //, , . .

, , . "" , , , .

: " , (Eger agirê ocaxê bitemire, bizanibe ocax jî wê bitemire).

, .

(Kevanî) (bûk) , [198] , , , . , "". . .

, , .

, (Pîrê agir)[199], .

, , , , - . , - , .[200]

, (Pîrê agir) , .

, , , .

, . , , , . , , .

, - , - .

. . : " , , " ". , ".[201]

, , . , .

, . , , . , , , . , , .[202]

, ((heyştê adarê) , : ", , " (Ya pîrê agir, tu me ji nepakî xweyke). , , . , , , , , : " , " (Pîrê agir, îznê bide zaro xeverde) "0, , , " (Ya pîrê agir, tu qewatê bide kurê min, bira here). , .

. , , , .

, , , , , .

, . , , , .

, , , .

, " (Eyda êzdî) , , //, , , . :

 

Berçev - berşev diçûme,

Pêşya te bûme,

Ez dewlemend bûme.

,

,

.

. . " ", I -2 .[203]

, : , , . . .

, .[204]

, , . . . , .

"". " ".

17 , " " (hivdê adarê) " ". , (kulak) - , . , .

, , , , : " , " (Pîrê agir, de ma li te).

- , , " " (Pîrê agir rehme). , , : " , (Pîrê agir, min ji vê nexweşîyê xilazke).

, .

, , , . , , .

, - : " " (Bira ocaxa te komekê bide me) " " (Bira ocaxa te şên be). , , / /.

-, : " ((Ocaxa te bitemire)

, - , , .

 

11. Hebandina avê

Êzdî ser wê bawerîyê ne, ku di nava avê da, di çavkanîyan, çeman, behran û kanîyan da ruhên qenc û neqenc dijîn, yên ku dikarin ji avê derkevin, li dinyayê bigerin û paşê vegerine warên xwe. Heta niha jî êzdî gava şev ser çeman, kanîyan ra derbaz dibin, navê Melekê Taûs didin, bona ew wana biparêze.

Ji berê da jinên êzdîyan di cejina Newrozê da ji kanîyên ziyaretî av dibirine malên xwe.

Kanîyeke wisa li berpala çiyayê Elegezê (Aragasê) heye, ku dikeve başûrê gundê Korbilaxê navçeya Aparanê komara Ermenîstanê. Navê wê kanîyê Kanîya bawîyan e. Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku di wê kanîyê da ruhên qenc hene, lema jî ava wê wek ava avilheyatî dihate hesibandin.

Guneh bû, ku tûyî nav ava ziyaretî bikin, wê avê qirêj bikin.

Wisa xuya ye, ku hêza qenckirinê bi van avan ra hebûye, lema jî gel ew wek ziyaret parastîye û qîmet dayê. Nimûneyeke wê yekê ava kanîya Koroxlî ye, ku hemû cûre nexweş diketine wê avê û qenc dibûn û xên ji wê ji wê avê dibirine malên xwe, ji wê avê direşandine ser cî û nivînên xwe bona ruhên neqenc nêzîkî wan nebin. Av direşandine goman û tewleyan jî bona pez û dewar nexweş nekevin. Gihanên çêlekan jî bi wê avê dişûştin bona şîr zêde bibe, av dikirine şikevan û embaran jî, bona bereket be.

Ew jinên ku şîrê bistanên wan kêm bû, ji wê avê li hingilên xwe dixistin. Ew av li çavên wan kesan dixistin, ku rind nedidîtin an jî di çavan da mehrûm bûn.

Gorî dîndaran di nav wê avê da hêzek hebû, ku tesîra xwe li ser jîyana merivan û heywîn dihêle û ew hêz dikare merivan qenc bike û nexweş bêxe.

Kurd, ermenî û tirkên Dêrsimê jî bawerî bi avên medenî û kanîyan dianîn. Ava medenî ya Sovegsê ya herêma Dêrsimê, ji alîyê hemû miletan da dihate hebandinê[205].

Êzdîyên herêma Dîgorê li qezaya Qersê gorî edetên xwe piştî çalkirina mirîyan sê roj derbaz dibû, mirî jin bûya, an mêr bûya, roja sisîyan diçûne ser mezel, xweyê mirî ji kanîya gund ya ziyaretî av vedixwer û nanê mirîyan bela dikir.

Bal êzdîyên Dîgorê bi hebandina avê va girêdayî edetekî din jî hebûye, ku gelekî hewaskar e. Malxwêyê malê an jî mêrekî malê piştî mirina kevanîya xwe gava carek din dizewicî, av direşande ser mezelê jina xwe ya berê. Gorî êzdîyan ew bona wê yekê dihate kirinê, ku kesên ji mirina jinikê tirsîyane, tirsa wan birevîne. Bi bawerîya me li vir ya here sereke ne ku firandin-revandina tirsê bû, lê ew yek bû jî, ku li wê dinyayê jî ruhê merivan gerekê bê av, nan û xurek nemîne.

Kurdên gundê Tillik navçeya Talînê 10-20ê adarê ji Ava Reş[206] derdanek av hildiçinîn û direşandine ser axa şovkirî bona ekin bi bereket be.

Yek ji kanîyên ziyaretî, ku binecîyên gundên dorê jê av hildiçinîn, di Vaspûrakanê da bû. Navê wê kanîyê Arkayûtyan axbyûr (Kanîya avilheyatî) bû û ermenî, aşûrî û kurdên wira ew dihebandin. Li ser kanîyê kevirê ziyaretî danîbûn, ew cî bûbû mîna ziyaretê[207].

Êzdî ku demeke dirêj bi ermenîyan ra mane, çem û kanîyên Ermenîstanê, avên avilheyatî hebandine û bona wê avê qurban dane.

Miletzan (êtnograf) X. Samvêlyan derheqa hebandina çemên Ferat û Dicleyê da ha nivîsîye: Di nav wan bawermendîyan da hebandina çemên Ferat û Dicleyê cîyê pêşin digirin. Bona ermenî, tirk, kurd û aşûrîyên dor û berên wan çeman ava wan wek tiberk e[208].

Çemê Feratê xwesma ber dilê ermenîyan ezîz bû, ji ber ku gorî mîtologîyayê ew dihate hesibandinê wek hêwirgeha padîşaha ermenîyan - Astxîk xanimê[209].

Di folklora kurdî da bi awayekî geş pesinê çemê Mûradê û kanîyeke wî Arasanîyê tê dayînê. Di sitirana Mûrad tem e, teme da tê gotinê:

 

Çemê Mûradê tem e, tem e

Cinê wî rabûye, dua bikin

Pez serjêkin, Xwedê rehm e.

 

Di bawermendîyên gel da heywanên wek masî, mar, zîya wek sîmvolên bereketa avê xuya dibin. Ev yek di nav bawerîyên ermenîyan da jî cîkî berbiçav girtine.

Di wan heykelên bi navên Dêw da, ku zêde dişibîyane masîyan, fikira avê û avdanê hebû, ji ber ku ew heykel sîmvola Xwedayekî avê bû[210].

Min heykelekî wisa li gundê kurdan Qundexsazê, li navçeya Aparanê dît. Ew gelekî mînanî zîyayên çiyayên Gêxamayê ne.

Li Ermenîstanê çem û kanî bona xwelîbêcerkirina xwedî kemaleke pir mezin e. Lema jî di bawermendîyên ermenîyan da av pir tê hebandinê.

Gorî dîndarên êzdîyan di çeman û behran da hesp, mange, masî, teyrede û heywanên mayîn yên buhurtî dijîn, ku carna difirine ezmanan, merivan ji qezîyayê û belayê xilaz dikin û h.w.d.

Di folklora gel da ew heywan gelek caran mêrxasan dibine dinya heq bona ji wira ava avilheyatî bînin. Fikira ava avilheyatê mînanî têlekî sor ne tenê di bawermendîyên kurdan da, lê herwiha yên gelek miletan da derbaz dibin.

Mêrxasê hikyata kurdî Îskender diçe serê dinyayê bona ava avilheyatî peyda bike, lê bi wî ra li hev nayê, ji ber ku rastî ruhên neqenc tê û bi eskerên xwe va niqoyî nava avê dibe, dixeniqe.

Hebandina avê xwesma di romana Sê nêçîrvan da geş xuya dibe

Gorî edetan li berpala çiyayê Nemrûtê, rex gundê Şîrînkoyê kanîyek hebûye bi navê Kanîya sipî. Li wî gundî sê nêçîrvanên mêrxas hebûne. Rex kanîyê hergav kerîyên pêz diçêrîyan. Hersê nêçîrvan gelek caran diçûne rex wê kanîyê, ji kerîyê pêz beşek didane ber xwe dibirin gundê xwe, serjê dikirin û goştê wan di nav gundîyan da wekehev bela dikirin. Rojekê jî dema diçine ber kanîyê, yek ji nêçîrvanan dişimite, dikeve nava avê û ji hêrsan çêrî kanîyê û ruhberên di nav da dike. Di dema çêrkirinê pez destxweda betavedibin, lê ew bi xwe nexweş dikeve û destevala vedigere mal.

Êzdî gelek caran heyteholên dînî yên bi avê va girêdayî derbaz dikirin. Cejin û rojên şayê yên dînî di deba êzdîyan da cîkî berbiçav digire. Ji bo nimûne, bona di rojên hişkî da baran bê, êzdîyan bûka baranê çê dikirin. Zarok ew bin dengê def û zurnê di nav gund da digerandin, ber her malekê disekinîn, ava di derdanê da ser bûkê da dikirin û yek ji zarokan digot:





:


: 2016-11-18; !; : 408 |


:

:

- , , .
==> ...

1601 - | 1404 -


© 2015-2024 lektsii.org - -

: 0.081 .