.


:




:

































 

 

 

 


Hebandina pêşîyan 4




Li Gurcistanê, gorî miletê Gûrî, ruhên nexweşîyên bi navê ûjmûr di kokên daran, li delavan da dijîn û ew dikarin her deman ziyanê bidine merivan[122].

Di bawermendîyên şvêysaran (Swîsra) û lîtvanîyan da jî hebandina van daran an jî daristanan heye. Şikênandina çiqilên wan daran, yên ku nêzîkî malan û gundan bûn, gunehkarî dihate hesibandin[123].

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku hemû şînkayên ku têne hebandinê timê jî mora xwe ya qenc li ser merivan dihêlin û bona ew dar timê hebin û herdem qencîyê bikin, bêne hewara merivan, ji bo wan qurban didan û hayteholên cûre-cûre derbaz dikirin. Êzdî wan darên bi kokên qalim va digotin xnebîran û ew wek ziyaret dihebandin.

Gorî bawermendîyên kurdan ruhê bi navê Mîrê mêşan serokatî li ruhên di nav wan daran û şînkayê da dikir, wek Xwedê wî dihebandin, wek ku bal slavonan Xwedêyê daristanan - Koralan dihebandin.

Binecîyên Kîkûyê ku li Afrîka Rohilatê dijîn, darên mirazan ji bo xatirê Xwedêyê daristanan - Mogaman dihebandin[124].

Weke 5 kîlomêtran dûrî gundê kurdan - Tirkmaşênê ye, ku di herêma Qaqizmanê da ne, dareke sêvan ya dorpêçayî (sûrkirî, sengerkirî) hebû. Berên wê darê gelek gir û şîrin bûn, gundîyên hemû gundên der û dorê ew dar dihebandin, lê berên wê ne dixwerin, ji ber ku dihesibandin, ku ew Mîrê dara ye.

Wek em dibînin, bi femdarîya gel dar li vir ne tenê aletê bawermendîyê ye, lê ew herwiha nûnerê hemû daran e û hêza wê ya serkarîkirinê û hukumdarîyê heye.

Gorî fikira qewal Huseyn, êzdîyên gundê Beadrê li navçeya Şengalê, herêma Mûsilê di nav şovên baxçe û zevîyan da çiqilên daran dinikandin û bawer dikirin, ku ewê nehêlin ku zirar bigihîje ekin[125].

Hebandina darên mirazan bi awayekî zelal di nav pirtûka Adem û Hewa da hatîye nitirandin. Ew weke berhemeke mîtologî derbazî nava kurdan jî bûye û li her deran belav bûye. Em bê şikberî dikarin bêjin, ku ev yek ji cînaran - ermenîyan, farisan an jî aşûrîyan derbazî nava kurdan bûye.

Di nav êzdîyan da mîtologîya derheqa Adem û Hewayê da bi vî awayî tê şirovekirinê: di destpêkê da Adem û Hewa gelek dijwarî û tengasîyan dibînin, lê dil didine ber hev, hêvîya xwe datînin ser zorayî û dilrehmîya Melekê Taûs, lê Melekê Taûs jî hewil dide wana bike nava jîyana rasteqîn, li wan diqeside û alî wan dike, temîyê dide wan, ku ji dareke buhuştê berên wê nexun. Bi gotina gotîyan, yek ji ruhên neqenc xwe dike di qilxê mar da, tê bal Adem û Hewayê, wana dixapîne, berê dareke qedexekirî wan dide xwerinê û gava Melekê Taûs di derheqa wê yekê da pê dihese, hêrsa xwe radike û wana ji buhuştê radiqetîne.

Wek em dibînin, ferqa di navbera şaxa (varyanta) kurdî ya derheqa Adem û Hewayê ji ya huruman (yûnanan) da pir biçûk e. Di şaxa kurdî da hebandina darê heye. Gorî şaxa kurdî Adem û Hewa, ku bi destî marê şeytan hatine xapandinê, ji buhuştê têne derxistin û dikevine ser çiqilekî darê. Ew çiqil dişkê, dar diengire. Dar berê xwe dide Melekê Taûs, jê ra dibêje, ku çiqil şikestin, ka ez çi bikim?

Ez gerekê wisa bikim, ku di cihanê miletek di heyra te da be,- Melekê Taûs dibêje,- gerekê qedirê te bilind bê girtin û gerekê tu bêyî hebandin.

Ev dîroka mîtologî ya derheqa Adem û Hewayê da di Quranê da jî cîyê xwe girtîye û li wir tê gotinê: Hey tu, Ademo, tu û jina xwe li buhuştê bijîn, hûn herdu dikarin her tiştî bixun, çi ku dilê we dixweze, lê xwe nêzîkî wê darê nekin, eger na wê nifir li we bê kirinê[126].

Hebandina daran bal gelên Awropayê jî heye. Li Almanîya û Fransîyayê di sedsalên navîn da cejineke bi navê Gulana ekindar an jî Dara ekindar hebû. Wextê gîhadirûn û nandirûnê çiqilekî daran an jî tam darek bi similan dixemilandin, dianîn gund. Ew çiqilê xemilandî di orta gund da dinikandin, dora wî direqisîn û kilam digotin[127].

Kurdan ji hêşinayên ku têne çandinê, rihan hebandine. Ew hêşinayîke wisan e, ku tam û bîna xwerinê xweş dike. Yên terr di mehên havînê da bi kar tînin, lê zivistanan rihana hişkkirî bi kar tînin.

Êzdî gelek caran rihan datanîn ber serê nexweşekî, ne ji bo bîna wê ya xweş, lê ji bo wê yekê, ku ruhên neqenc ji nexweş dûr bixin. Hema bona wê armancê rihan davîtine nava ava golî û bi wê avê serê nexweş dişûştin. Ew jî bona wê yekê bû, ku ruhên neqenc ji wî dûr bixin.

Genim jî dihate hebandinê. Êzdî hebên gênim, ku diketine erdê, berev dikirin û datanîn ser dîwêr, an jî dikirine berîka xwe bona ruhê hebê nên yê bi navê Pîrê nan gazinan neke.

 

 

- .

. , , , , , , .. , . .

, , , , , .

: , , , ..

. , , , , , , , , , . , , , , , , , , . .

, , , , [128].

, , , .

//. , , . .

, .

: "0, , , !"[129]

.

. , , , , . , , /. " "/.

- , . , . . . . , , , : "0, , ".

, , :

 

Darê, dara mraza,

Darê, dara nexweşa,

Melekşah bikûr

Tu miraza min bike.

, , ,

, , ,

, ,

.

, , .

, , .

, , . . , , , , , , .

. . , , . " ", "" ., [130].

, . , , , : " " (Zava û bûk bira mîna vê darê bi bar bin, mala zavê tijî zaro bin)/ , . .

, . , , , , [131].

, , , . . , , . . , :

 

Meleksah, tu dizani

Kunde didim bal te, tu dizani,

Ewledeki bide min, tu dizani,

Malaksah, tu dizani.

, ,

,

, ,

.

 

[132] . , , [133].

, [134]. [135].

, . , , . .

"" , , .

"" , .

. , , .

, "" , , .[136]

. , [137].

, , , , . , .

-, / /, , , .

[138].

. , . , , ( ). , , , .

, // , ( 1927 . . -).

" " / /. - , .

: , , , . , , - , . , . , , .

, . , - , , , - , , . , , , , : " , ".

, : " , , , , , , [139].

. " " " ". , . , . // . , . , - . , , . .

. , , / /.

 

 

6. Hebandina heywanên beyanî û yên malê

Di gelek berhemên kurdî yên (miletzanîyê) êtnografîyê û zargotinê (folklorê) da ji heywanan navên gê, sê, pêz, bizinê, pişîkê, hespê, gur, ji teyredeyan (teyr û tû, balinde) navên taûs, kewê, qubeqazê, dûmeqeskê, qulingê, ji heywanên bejî mar û beqê û yên din derbaz dibin. Di dema berî dewrana me da hinek eşîret navên heywanan li xwe kirine.

Ji nav heywanên malê di nav bawermendîyên êzdîyan da ga cîkî berbiçev digire, ew wek heywanê tiberk tê hebandin. Hebandina gê bi xwelîbêcerkirnê va tê şirovekirinê, ew bi hebandina royê va jî tê girêdanê. Di nava bawermendîyên êzdîyan da ga hêzek e, ku dijî ruhên neqenc şer dike.

Tiştekî balkêş e, ku di edetên êzdîyan yên kevin da jî hebandina gê cîkî sereke digire. Ser banê şêmîka mala kurdan wek nîşana ekindarîyê qoçên (siturûyên) gê darda dikirin, derheqa gê da timê gotinên qenc digotin.

Bal gelek miletan, herwiha bal ermenîyan jî, gayên kotanê yên ax şov dikirin dihebandin, ew wek mêrxasên şerkir û serketî didîtin[140].

Di sitirana kurdî ya Kotan da tê gotinê:

 

Kotan rake, rake, rake

Mişk û maran pê ra war bike.

Wextê şovkirinê sitiran digotin û bi dengekî bilind hewara xwe li Melekê Taûs dadixistin û ruhên neqenc ji wan deran dûr dixistin.

Di sitiraneke din da tê gotinê:

 

Serê kotanê dar e

Binê kotanê dar e

Melekê Taûs, tu xweykî

Gîsinê kotanê û maçkal e [141].

 

Di vê sitiranê da di dema xebatê navê Melekê Taûs tê dayînê, ku ew alî kotanê, gîsinê û ga bike. Di sitiranê da kotan ne tenê aletê şovkirinê ye, lê ew herwiha aletek e, ku şerê ruhên neqenc dike, wana hûrxweş dike, tune dike. Gorî êzdîyan, di dema şovkirinê da ruhên neqenc diketine ber diranên kotanê, ji êşê dengên batinî derdixistin û paşê ruhê xwe didan û bêdeng dibûn. Ji ber ku ga ew kotan dajotin, kurdan di nav gê da hêzeke mezin didîtin û ew hêz ji wan ra dibû pal û pişt.

Di sitiranên kotanajoyan da ga him hêzeke wisan e, ku ruhên neqenc ji xwe dûr dixe, him jî sîmvola ekindarîyê ye.

Mêrxasê hikyata Şerîf piştî ku rêwîtîyeke dirêj diqedîne, pismamekî ji qebîla xwe dibîne, qafê gê jê derdixe, ku pismamê wî yê xwînî ye.

Di sitiranekê da derheqa şerê di navbera gîsinê kotanê û ruhên neqenc da tê gotinê:

 

Serê kotanê rê ye

Binê kotanê rê ye

Piştî Melekê Taûs

Kotan şer dike pêşîya

Cinan, belayê û qedayê [142].

 

Dema li cîyên ziyaretî gayek wek qurban serjê dikin, ji xûna wî niqitkek li enîya jinên ku zarokan naynin dixin, bona ew pê bimînin (ango, hemle bin). Dema xûna ga bi wî awayî bi kar tînin, kurd dua dikin, ku şênayî û bextewarî bikeve mala wan. Ev yek di dînê Zerdeştîyê da jî heye. Li wir Xwedayê Mîtra gelek cîyan li rex ga ye. Di bawermendîyên kurdan da dewsa Mîtra Melekê Taûs e.

Êzdîyên Îraqê û Ermenîstanê boxe û mozikên bi nîşanên taybet va wek hediya didane ocaxan û ziyaretgehan.

Hebandina gayan bal hurum (yûnanî) û hromîyên (rom) berê jî hebûye.

Ango, ga di bawermendîyên gelek miletan da, di nav wan da di nav êzdîyan da jî, hatîye hebandinê. Derheqa vê yekê da gelek berhemên êtnografî, zargotinî û kevinezanîyê hene. Qibtîyên kevin bawer dikirin, ku ruhên wana dikarin di nav canên gayan, pezan, deban û yên din da bin, lê hind û binecîyên bakurê Afrîkayê ser wê bawerîyê bûn, ku piştî mirinê ruhên wan cîguhastî nava fîlan dibin[143].

Di demên buhurî da kurdan jîyaneke koçerîyê û nîvkoçerîyê derbaz kirine, pez û dewar xwedî kirine, lema jî tu şikberî tê da tune, ku wana gerekê ew heywan bihebandana, ewana gerekê di dînê wan da cî bigirtana.

Rêçên (îz) hebandina pêz û bizinan heta îro jî bal kurdên Ermenîstanê heye, wek nimûne di goristana gundê Camûşvana Biçûk li navçeya Aparanê, komara Ermenîstanê da. Li wir kevirên gorê yên bi dêmên beranan û hespan hene.

Kurdên navçeya Aparanê hirîya pêz tiştekî ziyaretî dihesibînin. Ewana gava li erdê baqek hirî dibînin, destxweda hildidin, dikine paşila xwe, dibine mala xwe, dikine nava derzekî dîwaran.

Kurdên êzdî payîza dereng bona lihevzêdekirina pêz, di dema Beranberdanê da beran berdidane nava pêz. Piştên wan beranan bi rengên sor, kesk va den (boyax) dikirin.

Roja pêşin ya Beranberdanê heyteholên cûre-cûre dihatine derbazkirinê, wek nimûne, bona dilê Memê Şivan bikirin, hirîya berên tevî hirîya pêz dikirin, zarok ser wê hirîyê dilîstin, qilopanî didan, distiran, direqisîn û hîvî ji Memê Şivan dikirin, ku wê salê diha zef berxan bide û tiştên din dixwestin. Ew sitiran û reqas yên taybetî bûn, ku tenê di rojên Beranberdanê da distiran û direqisîn.

Yek ji sitiranên di dima Beranberdanê da:

 

Beranberdan, can Beranberdan

Bereket be, Beranberdan

Bira hazir be Memê Şivan

Pezên me xweyke ji qeda û belan [144]

Qîmetê vê helbestê di wê yekê da ne, ku li wir ruhê piştgira pêz - Memê Şivan tê bibîranînê. Bawerîyên bi vî awayî yên derheqa pêz da di berhemên gelêrî yên mayîn da jî hene.

Di nav kurdên êzdî da ji heywanên malê hebandina sê jî gelek balkêş e.

Gorî bawermendîyên kurdan se ji binemala heywanên çûr (kej) e û ew binemal di hindava merivan da ne amin e, lê se dilsax û amin e, ew malê û heywên ji wehşîyan û dizan diparêze, ew alîkarekî baş e bona nêçîrvanan, lema jî merivan se xwedî kirine, lê heywanên din yên ji wê binemalê ji xwe dûr xistine. Ne tenê bal kurdan, lê bal gelek miletên cihanê derheqa aminaya se û kûçikan da gelek lêgênd û çîrok hene. Bal êzdîyan derheqa aminaya kûçikan hindava merivan da bawerîyeke wa heye: Serekê êzdîyan Siltan Êzîd dema li çiyayên Şengalê himberî eskerên ereban şer dikir, şev nîvê şevê, gava eskerên wî yên ji hal ketî razayî bûne, eskerên ereban bi dizî êrîş dikin. Kûçikê Siltan Êzîd yê amin Boxir ji dûr va eskerên ereb texmîn dike, xwe bi xwedîyê xwe ra digihîne û ji nişkêva ziman dikeve devê wî, derheqa êrîşa dijmin da wî agahdar dike. Êzdî seyê xwe dide fêmkirinê, ku neewte, ekerên xwe hişyar dike, ku xwe di nav keviran da veşêrin û hazirîya şêr bibînin. Wî çaxî Boxir diçe bal Ûsibê serekqumandarê ordîya ereban, wî perçe-perçe dike. Ordîya ereban xwe şaş dike, nizane wê bê serekê xwe çi bike. Êzdî bi fermana Siltan Êzîd dest pê dikin ereban didine ber tîran, nîvê esker tê qirê, lê yên dinê xwe li riya revê digirin[145].





:


: 2016-11-18; !; : 424 |


:

:

, .
==> ...

1822 - | 1574 -


© 2015-2024 lektsii.org - -

: 0.063 .