.


:




:

































 

 

 

 


Hebandina pêşîyan 2




Hema ji bo wê armancê bazinê ku çev lê nekeve dikirine destê bûkê, bona ruhên neqenc nikaribin xirabîyê bikin.

Bal êzdîyan zarneanîn (bêberî; jinên ku bi wan ra zaro nedibûn) jî bi xirabîyên ruhên neqenc va dihate şirovekirinê. Jinên kurdan bona bê ber nemînin, ser demekê bi zava ra cîguhastî mala bavê xwe dibûn, an jî mêrê ku ji mêranîyê ketibû, bona xwe ji ruhên neqenc xilaz bike, mala xwe xirab dikir û li cîkî din maleke teze çê dikir.

Bi bawerîya êzdîyan ruhekî din yê neqenc jî hebû, yê ku him bi roj, him jî êvaran hewil dida merivan bixeniqîne. Ji wî ruhî ra Kabûs digotin.

Ew ruh di nav bawerîyên ermenîyên Bûlanixê da jî heye[85].

Eger meriv ji hal dikeve, nikare xwe bibe-bîne, êzdî wê yekê bi Kabûs va girê didin, yê ku bi şev ser sîngê merivan rûdinê û wî dixeniqîne. Bona ji Kabûs rizgar bibin, merivê ji hal ketî gerekê navê Melekê Taûs bida.

Bal êzdîyan ruhê neqenc yê bi navê Sbat[86] jî heye, ku bi sermayê û surê ra girêdayî ye. Bi bawerîya êzdîyan Sibat bi çêjikên xwe va di meha sibatê da gund bi gund digere û li her deran sur û sermayê, nexweşîyê û mirinê bela dike.

Êzdî bona Sibatê ji gund derxin, berê xwe didane Melekê Taûs û digotin: Ya Melekê Taûs, tu me ji vê Sibatê xilaz bikî. Gorî êzdîyan, gava Sibat ji gund dûr diket, bager û tofan, sur û serma nediman, dest bi baharê dibû, qalçîçek ji bin axê serê xwe bilind dikirin, him meriv, him jî pez û dewar şa dibûn.

Bal êzdîyan dêwên ejdaha jî ruhên neqenc bûn, ku bal gelek miletan jî wisa ye, yên ku ne gelekî bi aqil in, hela di ser da jî xişîm û nezan in, lê quwet û bi hêz in, dikarin kevirên terikî gulol bikin û kewkî dereke dûr bikin. Di nav hikyatên gelêrîyê da ewana qira ordîyê tînin, bi lingekî dikarin gund û bajaran wêran bikin, dinyayê bihejînin. Di hikyatan da wextê şerkirinê ew hey ji hev dûr dikevin, hey têne bal hev, heta şerê hev jî dikin. Dêw gelek kubar in û pesinê xwe didin û bi bawerîya êzdîyan ji ber wê jî zû têne xapandinê û zora wan dibin. Ewana jî mîna ruhên neqenc yên din di şikeftan, di qulên dîwaran, gelîyan û cîyên mayîn da dimînin. Gorî êzdîyan hespên wana kihêl in û beza wan xurt e.

Di nav bawermendîyên êzdîyan da gelek cûrên dêwan hene, ku dijminaya merivan dikin, dû keçên ciwan diçin û wana dişuhurînin. Ew keçik çi ku bixwezin, dêw ji wan ra tînin, wek xişir, kinc, xwerin û h.w.d. Ji ber ku dêw di qilxê merivan da nin û dikarin bi jinan ra bizewicin, lema jî mêr şerê wan dikin, carna jî ew şer digihîje mêrkuştinê jî. Gorî hikyatan mêrên genc dikevine warên dêwan, wana dikujin û keça hizkirî ji dest wan derdixin.

Gorî mîtologîya almanan ew dêw mîna heywanên cûre-cûre bûn, ew him bi merivan ra, him jî bi Xwedê ra şer dikirin[87].

Ji ber ku dêw mînanî horî perîyan bi merivan ra dizewicin, lema jî xeysetê wan mîna yê merivan e, ewana di jîyana rojane da wek merivan emel dikin. Ev yek bi awayekî geş di zargotina kurdan ya pirjanr da xuya dibe.

Dêw hewil didin bibine xwedî û xudanên dinyayê. Gava meriv ber dilê wan da tên, ew dilrehm dibin û bi her awayî hewil didin alî destebirakên xwe bikin.

Di nava mîtologîya kurdan da hêza van dêwan weke hêza erş û ezman xurt e, wek hêza Xwedê ye.

Bawerîyên awa yên hindava dêwan da bal lîtvanî û latîşên berê da jî hebû. Ewana salê carekê bona dilê dêwan bikirin, gelek qurban didan[88].

Di bawermendîyên êzdîyan da em dêwekî din dibînin; bi bejineke tîtalî dirêj, bejineke şitaf û zirav lê, ku jê ra Reşê şevê dibêjin. Evana tenê bi şevan ji warên xwe - ji bin keviran, zinaran, çiyan, şikeftan dertên. Bedena wan bi temamî reş e, bona wê yekê jî ji wan ra Reşên şevê dibêjin. Ewana wisa bilind in, ku serê wan xuya nabe. Kesê ku Reşê şevê didît, gerekê ber pante bida û jê hîvî bikira, ku zirarê nede wî.

Gorî dîndarên êzdîyan, evana piştî ku şev demeke dirêj digerin, diwestin û diçin warê xwe, xwe diqincilînine ser hev û radizên.

Bi fikira êzdîyan ruhên herî kirêt û pîs ruhên bi navê Zibên in, ku mîna sîklopên yûnanan in. Gorî êzdîyan jora enîya wan da çevekî mezin heye û wek ku şêx û pîr dibêjin, ewana di dojehê da wan merivan dikutin û dizêrînin, yên ku di dinya ronik da bi xwedî, serekeşîr, axa û begên xwe ra, ji mala hadîyan ra (kesên ruhanî) ne amin bûne, xayîntî ji wan ra kirine. Eger hêrsa wan rakin, ew dikarin li merivan xin, wana şerpeze bikin.

Gorî kurdên êzdî ruh dikare ji canê merivan derkeve, tewqên xwe jê bibire û bi serî xwe be. Piştî ku ruh bi destî Ezrayîl ji canê merivan derdikeve, dikare li her deran bigere, paşê bikeve nava hêşinayê û nava canê heywanan, dikare di malên merivên xwe da, di darsitanan da, di nav lodan da, çem û golan da bijî. Êzdî ser wê bawerîyê ne, ku ew kesên ku di saxîyê da kîsî xelkê dewlemend bûne, çikûz û xêrnexwaz bûne, ew di qilxê heywanan va dîyar dibin û merivan ditirsînin. Ji van ruhberan ra Gornepişîk dibêjin. Gorî dîndaran Gornepişîk carna bi qeretûyê rûvîyê reş va xuya dibe, yê ku li ser riya rûdinê û merivan ditirsîne, banz dide ser pişta hespan, xwe bi situyê merivan va dialîne, paç dike, dikute, ji ser pişta hespê peya dibe, dîsa baz dide ser pişta hespê û h.w.d. Merivê ku dikeve wî halî, xwe winda dike, di cîyê xwe da dibe risas, vî alî û wî alî dinihêre, fêm dike ku ketîye telika Gornepişîkê. Gornepişîk carna wek qeretûyan jî dîyar dibin.

Ruhberên vî awayî di bawermendîyên dînî yên almanan û gelek miletên cihanê yên mayîn da jî hene. Gorî binecîyên Avstralîyê yên kevnare, ruhê merivên neqenc dikevine destê ruhberên neqenc. Gorî binecîyên girava Karîbê ruhên neqenc dikevine nava behrê, qeyîk an jî gemîyên merivan weldigerînin û zirarê didine wan[89].

Gorî gotina binecîyê gundê Gelto navçeya Talînê, komara Ermenîstanê Eyîb, gava ruhê neqenc li ser keçekê bengî dibe û ew keç ji xortekî dinê hiz dike, ew ruhê neqenc ji kumreşîyê derbeke zexm li xort dixe, xort bi cinan dikeve, dibe yekî cinaketî.

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku ruh, dêw û horî perî li her deran digerin, diçine ezmanan û li wir perwaz didin, ku ew nayêne xuyanê, lê carna tenê kûçik dikarin wana bibînin.

Ruhên neqenc dikarin bikevine nava merivan û bibine sebebê nexweşîyan.

Di dînên gelek miletên Rohilatê da ew bawerî heye, ku şaman piştî mirinê dibine ruhên neqenc û zirarê didine merivan.

Gorî êzdîyan, meriv nikare bawerîya xwe bi kesê xwedî ruhê xirab bîne. Gorî Xwedênasan, meriv gerekê bi ruhên qenc va himberî nepakan ber xwe bide û bona ruhên qenc hêja ye meriv qurbanan bide û dua bike. Êzdî bawer dikin, ku ruhên qenc hertim hazir in alîkarîya merivan bikin, wana ji bedbextîyê û tengasîyê xilaz bikin. Derheqa ruhên qenc da bi awayekî berfireh di zargotina kurdan da hatîye gotinê, di wê da gelek nimûnên berbiçev hene. Di zargotinê da qencî timê jî himberî xirabîyê bi ser dikeve, lê di hikyatan da ruhên qenc şîretan li merivan dikin, bona di jîyanê da şaşîyan nekin.

Mêrxasê hikyata Cinet Mîrmih warekî wisa digere, li ku mirin tune û li ku ava avilheyatê heye, ku kê jê vexwe, namire. Ew cîkî wisa dibîne, li wir sê xûşk diman û ewana Mîrmih ji xwe ra dikine bira. Rojekê hersê xûşk hazirîya xwe didîtin derkevin bigerin, temîyê didine birayê xwe, ku hilnekişe ser darê sor yê di bexçê wan da. Mîrmih temîya xûşkan bendî tiştekî nahesibîne, hildikişe ser darê û xwe dêşîne, birîndar dibe.

Ev ruh, ku kurd ji wan ra horî-perî dibêjin, carna jî bi merivên rast ra xûşktîyê an jî biratîyê dikin.

Gorî kurdan ruhên qenc jî mîna ruhên neqenc di nav tebîyetê da gelek hene. Horî-perî ji qismê jin in, qenc û berbihêr in, alî merivan dikin. Piranîya vana rex çeman û kanîyan, di daristanan û çiyan, şikeftan û deştan da dijîn. Wisa xuya ye, ku ev bûyer bi darên ku têne hebandinê va têne girêdanê û emê derheqa vê yekê da li jêrê xeberdin. Ewana dema bixwezin dikarin bifirine ezmanan, hertim distirên û direqisin, horî-perî di qilxên merivan va dertêne pêş me, dikarin bi merivan ra mêr bikin.

Ruhên neqenc yên behran jî hene, ku behrê serûbinî hev dikin, pêlên wê yên ejdaha li hev dikevin û tirs û xof dikine dilê her kesî. Lê horî-perî merivan ji wan qeza û belayan xilaz dikin, di wî karî da ew herdem himberî neqencan bi ser dikevin.

Bi bawerîya kurdên êzdî horî-perî merivan ji bagerê jî xilaz dikin, rêwîyên ku riya xwe şaş kirine, rê li ber dixin, ku bigihîjine malên xwe. Horî-perîyên daristanan li koka daran û ser çiqilên wan dijîn, sur-serma û ba û baran tesîra xwe li wan nahêle. Horî-perî şayê, bextewarîyê, zorayê, milahîmbûnê ji merivan ra tînin. Mêrxasên gelek hikyatên kurdan wek wana qenc û berbihêr in.

Di nav bawermendîyên êzdîyan da ruhê bi navê Milyaketê qenc nîşana qencîyê û paqijayê ye.

Merivên berî dewrana me, ku haya wan ji perçên bedena wan tunebû, organên jinan û mêran yên ku emir didine nisiletan, wek tiberk hebandine. Lema jî him di dema hemlebûnê da, him jî di wextê zarobûnê da erefatên dînî dikirin. Bona ji wan ra zar bibin, wana pez qurban didan, berê xwe didane Melekê qencîyê bona jina bê ber zaran bîne.

Bal êzdîyan qedirgirtina Melekê qencîyê bê erf û edetên dînî, bêy qurbanan nedihate derbazkirinê, çimkî zarbûyîn bi wî va girêdayî bû.

Bal gelek miletên dinyayê Melekê qencîyê heye, yê ku merivan û pez û dewaran ji çevên neqenc diparêze.

Gelek jinên kurdan xişirên avzêrkirî û zîvkildayî li situyên xwe va dikirin, ku nîşana qedirgirtina Melekê qencîyê bû û navê wan xişiran tazbend bû. Heta salên 30î yên sedsala 19an pîrên kurdan tazbend-himayîlên wisa di situyê xwe va darda dikirin.

Edetê sunetê jî bi Melekê qencîyê va tê girêdanê. Wextê sunetkirina kur û xortên kurdan şêx an jî melle hewara xwe li Melekê qencîyê dadixistin, digotin: Milyaketê qenc, bereketê bide, Milyaketê qenc, bira quweta vî kurî zêde be.

Piştî sunetkirinê bona dilê ruhên nedîyar bikirin, pez û dewar qurban didan û goştê xav di nav belengaz û feqîran da bela dikirin.

Ev edetê ku bi sunetkirinê ra girêdayî pez û dewar serjê dikirin û qurban didan, di nav binecîyên Kîkûyê yên Afrîka Başûr jî heye. Li wir mîna kurdan xortan di emirê 10-12 salîyê da sunet dikin. Binecîyên Kîkûyê bona dilxweşkirina ruhên nedîyar wextê sunetê ji destê kalekî perçekî goştê wî bizinî didane her kurekî ku wê ew sunet bikirana, bona hêz û quweta wan zêde bûbûya û di karê xwe da serketî bûna. Paşê berê xwe didane wî ruhê qencîyê, ji ber ku serketin, mêrxasî, bext û bextewarî di destê wî da bû[90].

Bawermendîyên hindava ruhên qenc û neqenc hinkûfî hemû miletên Pişkavkazê ne. Di mîtologîya ermenîyan da aralêz jî ruhên qenc bûn, yên ku di meydana şêr da mêrxasên şehîdketî sax dikirin[91].

Bawermendîyeke wisa bal kurdan jî hebûye, ku ji aralêzan ra digotin Milyaketên ku pif dikin. Wana jî mîna aralêzan merivên mirî sax dikirin, tenê ferq di wê yekê da bû, ku gorî mîtologîya ermenîyan wana bi alastinê va sax dikirin, lê kurd bi pifdanê va.

Îzbatîyên van gotinên me ew in, ku di hikyatên kurdan da Milyaketên ku pif dikin jî rastî me tên.

Mêrxasê hikyata Baso, ku Baso bi xwe ye, şerê wan kesên ejdaha dikir, ku çev berdabûne dilketîya wî. Baso 12 kes ji wana dikuje, lê bi xwe jî şehîd dikeve. Bi duakirina keçika hizkirî - Bedîlê, ruh di devê Baso da deng dide û ew sax dibe.

Bawerîke wisa, ku ruh merivan sax dike, di mîtologîya gurcan da jî heye[92].

Kurdên êzdî bona xwe ji mixenetîyên ruhên neqenc xilaz bikin, her firsend bi kar dianîn. Li cîyên ziyaretî û di ocaxên şêxan da qurban didan û eyd û erefatên dînî derbaz dikirin. Ocaxeke wisa, ku navê wê ocaxa Cin Teyar e, di gundê Mîrekê, navçeya Aragasê, komara Ermenîstanê da ne. Di mala Cin Teyar da şiva qudretê hebû. Merîyê di sêrî (di hiş da) da nexweş dihate wê malê (ango, dihate ber malê), yek ji şêxên malê bi wê şivê lê dixist, bona cin ji nav wî derxe û kesê nexweş qenc bike. Şêx şiv hildida destê xwe, li nexweşê tazîkirî dixist, wî mecbûr dikir, ku navê wî cinî bide, ku ketîye canê wî û wî dizêrîne. Yê nexweş nizanibû navê wî cinî çi ye, wî çaxî şêx ewqas wext lê dixist, heta ew bi xwe va diçû (dixeriqî). Şêx tûka xwe li enîya nexweş dixist, kincên wî lê dikir, têlekî ji rîs dikir girê û bi kincên nexweş va girê dida. Ev emelê dawî yê qudretî, bi fikira me, bi pêz va girêdaye. Hirîya pêz heta niha jî bal kurdan tiştekî ziyaretî tê hesibandin.

Qewim û pismamên merivê nexweş, xên ji wê yekê ku pezek qurban didan, dewarek an jî mîyek wek hedîya didane mala Cin Teyar. Heta êzdîyê herî destteng jî mecbûr bû pez an dewareke xwe bida wê ocaxê.

Ocaxa Cin Teyar, ku xwedîyê wê Şêx Ereb bû, bona hemû êzdîyên Pişkavkazê bûbû cîyê ziyaretê yê sereke.

Bi bawerîya kurdan ruhên nenas bi qilxên mêvanên nenas jî dîyar dibûn, ji ber wê jî wana ji mêvanan ra mêvanê Xwedê digotin.

Bal gelek miletan, herwiha bal kurdan jî, di qedirgirtina mêvanan da fikira aborî jî hebû. Bona kurdan gava di zivistana sur û seqem da mêvanek dihat, wana alîkarîya hev dikir û hinek pirsên aborî jî dihatine safîkirinê. Ew jî tiştekî hêsa nîbû, ji ber ku gundên kurdan ji hev dûr bûn, rêyên orta gundan da bi berfê va dihatine girtin, çûyîn û hatin gelek zehmet dibû.

Bal miletê nênês, ku di tûndrayên Rûsîyayê da di şertên gelek sar û serma da dijîn, mêvanhizî di jîyana wan da cîkî berbiçev digire. Sîstêma me wisa kirîye, ku bal hemû miletan mêvanhizî ser dereceya bilind e. Mêvanhizî bal merivên berî dewrana me jî hebûye, lê ew bona alîkarîya hevdu bikin bûye, ku tu kes ziyanê nekeve[93].

Gorî edetê kurdan malxwêya malê ji bo mêvanan xwerin û vexwerineke taybetî çê dikir. Bal kurdan qedirê mêvanan gelekî bilind e, carna ew fikir jî tê bikaranînê, ku ew ji alîyê Xwedê da hatine şandin û bi gotina wan ew mêvan hatine bona bizanibin ka bereketa malê çiqas e, ew çiqasî qedirê namûsê û dostanîyê digirin. Gorî êzdîyan Ezrayîl carna wek mêvan li wan diqeside û şev ruhê nexweş distîne û mina dibe (betavedibe, winda dibe).

Di nav berhemên zargotina kurdan ya dewlemend da îzbatî hene, ku mêvan ji alîyê malxwêyê malê û neferan va çawa tê qebûlkirinê, çi dixwe, vedixwe, çawa heta êvara dereng bi neferan ra qise dike, paşê dikeve nava cîyan radizê, lê şev dereng winda dibe, wek ku di hikyata Silo da, ku mêrxasê wê ruh e û ew ruh diçe mêvanîya mala merivekî dewlemend, mala Bedirê Emo. 3000 pezên Bedir hebûne, lê ew alî merivên xwe yên destteng û merivên feqîr nake. Ev yek bi Melekê Taûs xweş nayê, lema jî ew ruh dike qilxê merivan û dişîne wê malê, bona wî bicêribîne, ka ew yekî çawan e.

 

 

 

- , , , .

.

, - .

, , , .

, . .

, , . , , , . , , , , . , . , , , , [94] .

- - , , , . , , ( ), ( ), ( ) .. , , [95] (Beranberdan) . .

, [96] - , - , , . , , , , .

. , , , , , . , .

, , , , , . , , , [97].

-, . , , , . , . . , [98] . : " " (Bira rehma Ibrahîm Xalîl Li ve sfrêra be).

[99], , 40 . , , , .

.

, , .

[100], 40 [101].

- , , , . , , , , . , :

 

Çila Çû xwera.

Zaro ma mera.

(),

.

 

, - .

, , , . -.

: , , .. , :

1. - , .

2. , , . .

3. , .





:


: 2016-11-18; !; : 426 |


:

:

, .
==> ...

936 - | 872 -


© 2015-2024 lektsii.org - -

: 0.059 .