.


:




:

































 

 

 

 


Hebandina pêşîyan 1




(Bawermendîyên hindava pêşîyan da)

 

Edetekî êzdîyan yê dînî ew bû jî, ku ew bawer dikirin, ku ruhê mirîyên teze diçe digihîje ruhê pêşîyên wan yên berî çendik çend dehsalan mirî.

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku piştî mirinê ruhê wan bi awayekî nebînayî bi ruhê serekeşîr, pêşîyên wan, ango bi ruhê kal û bavên wan va eyan dibe û ruhê wan bi hev ra dikevine nava pêwendîyan.

Endamên eşîra êzdîyan ya bi navê Bendûrî ser wê bawerîyê bûn, ku ruhê pêşîyên wana di nav gulan da hatine veşartinê, lema jî pêlêkirina ser gulê an jî nifirlêkirin dihate hesibandinê wek tiştekî guneh.

Bawerîyên bi vî awayî li bal gelek gelên cihanê yên mayîn da jî hebûne, wek bal almanan[74].

Bawerîyên ha di nav zargotina kurdan da jî hene. Di hikyata Şemê û Nemo da mêrê Şemo - Nemo dimire. Ezrayîl ruhê wî dibe buhuştê, Şamê bi tenê dimîne, ji emir bêzar dibe û dixweze bimire. Lê elê ruhistîn ruhê wê nastîne. Şamê ser mezelê mêrê xwe agir dadide, xwe davêje nava êgir û xwe dişewitîne, bona ruhê wê here bigihîje ruhê mêrê wê û ruhê pêşîyên wê.

Bal êzdîyan qedirgirtina bîranîna kal û bavan û serekeşîran di dereceya yekê da ne, xwesma bal wan kesan, ku di saxîyê da bona qewim û eşîreta xwe karekî berbiçev kirine.

Gorî lêgêndeke kurdan, Êzdîyê pêşîyê êzdîyan ji bo gişkan hêza here sereke ye, yê ku dikare di nav rojekê da qira gelek eskeran bîne, gund û bajaran wêran bike, paşê li hespê xwe yê boz siyar be û bifire ezmanan. Êzdî, ku jê ra Sultan Êzîd jî tê gotin, di mîtologîya êzdîyan da beramberî Xwedê tê kirinê, ango weke Xwedê mezin e. Gorî bawerîyên kurdan Êzdî pêşî li ser dinyayê serokatî kirîye, lê paşê, wek ku Zevs bal yûnanan, hilfirîyaye ezmanan û serokatî li cihanê kirîye.

Di nav gelek qewilên êzdîyan da Êzdîyê xunedar wek pêşîyê wan tê dîtin û beramberî Xwedê ye. Bawerîke wa em bal ermenîyan jî dibînin. Pêşîyê ermenîyan - Hayk, di mîtologîya ermenîyan da wek bavê Xwedêyan tê hesibandin, lê nebîyê Hayk - Tork Angêx Xwedêyê hêz û zorê bû. Bi bawerîya ermenîyan bal bavê xwedêyan û nebîyê wî zoraya hinkûfî Xwedê hebûye, ji ber wê jî ew wek Xwedê hatine hebandinê.

Di nav mîtologîya kurdan da Êzdîyê pêşîyê kurdan jî wek Xwedê tê hebandinê û gorî bawerîya êzdîyan ruhê wî û hemû êzdîyan li wê dinê bi hev ra nin. Bona ev yek her berdewam be, êzdî seba xatirê wî sê rojan rojî digirtin û ev yek heta îro jî wisa ye. Êzdî ser wê bawerîyê ne, ku ewana mecbûr in bîranîna ruhê pêşîyên xwe herdem biparêzin û qedirê wan bilind bigirin. Ew bîranîn di wê yekê da jî xuya dibe, ku êzdî pêşîyên xwe ra dibêjin kal û bavên me, wek ku di nav ermenîyan da dibêjin naxnînêr, bal rûsan dibêjin predkî, bal yûnanan dibêjin manes.

Gorî şirovekirinên şêxên êzdîyan ruhê pêşîyan mîna ruhê saxan hewcê guhdarîyê, qedirgirtinê ye, wek ku di dema saxîyê da. Li ser bingehê vê yekê êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku gerekê daxazên ruhên mirîyan pêk bên, bona ew ser pismamên xwe hêrs nebin, ji wana nexeyîdin, dilê wan bi hev nemîne, bona yên saxmayî mirîyan ji her qeza û belayê biparêzin, wisa bikin, ku ew di meydana şêr da bi ser kevin, wextê heyfhildanê serketî bin û h.w.d.

 

Di pirsa bawermendîyên hindava pêşîyan da di nav êzdîyan da bawermendîya ocaxê[75] cîkî sereke digire. Bawermendîya ocaxê bal kurdên êzdî xurt e. Ocax bêy pêşîyan û pêşî bê ocaxê nayê texmînkirin. Gava êzdî navê ocaxê didin, gerekê navê xwedîyê ocaxê, ango pêşîyê wê bidin. Gava êzdî bi dilxwezî berbirî êzdîyekî dinê dibe, dibêje: Bira ocaxa dê û bavên te şên be.

Êzdî bi gora pêşîyên xwe, bi ocaxa bav û kalên xwe sond dixun. Wextê sondxwerinê gerekê navê kal û bavê xwe bidana û ew bi bîr banîyana. Sond bi vî awayî bû: Bi serê kal û bavan, bi ocaxa wan kim.

Bawermendîyên hindava kal û bavan û ocaxê da di dînê êzdîyan da cîkî sereke digire.

Bal kurdan ocaxa pêşîyan, ku gelek endamên malbetê jê cihê bûne, gerekê timê bişuxulîya, ango dûyê ocaxê gerekê herdem bikişîya û warê ocaxê cîkî wek ziyaret dihate hesibandin.

Hemû neferên malbetê gerekê derc bikirana, ku ew ji nisletên wê ocaxê ne, ew wek neferên malekê ne, ew gerekê herwiha bizanibûna, ku ew ocax bi destê pêşîyên wan hatîye çêkirin. Agirê ocaxê gerekê timê geş bûya, eger agirê ocaxa êzdîyan ditemirî, ew dihate wê maneyê, ku malbet ber qezayê û belayê ye, dikare ziyan bigihîje neferên malbetê, dêwêr û hebûna wan.

Bal kurdan gelek nifir û dua hene, ku di nav da ev fikir bi awayekî zelal xuya dibe. Êzdî gava nifir li yekî dikin, dibêjin: Ocaxa te xirab be, an jî Ocaxa kal û bavê te xirab be, Mala te xirab be. Dema dua dikin, dibêjin: Xwedê ocaxa te şên bike, Bira destê Melekê Taûs timê li ser ocaxa te be.

Di gotebêja rojane da jî qedirgirtina ocaxê xuya dibe. Ji bo nimûne, yek ji wan: Xulamê ocaxa kal û bavê te me, Ocaxa kal û bavê te timê şên bimîne û h.w.d.

Piştî ku maleke teze dihate çêkirin, ji tendûr an sobeya mala berê ji destê xwedîyê malê agir hildidan, dibirin mala teze û li wir bi wî agirî tendûra xwe vêdixistin. Gorî êzdîyan di mala teze da hema bi wî agirî va jî dest bi jîyana nû dibû.

Edetekî wa di bawermendîyên rûsan da jî heye. Di herêma Saratovê da gava derbazî mala teze dibûn, ber mala kevin disekinîn û gazî ruh dikirin, digotinê. Ruhê malê, were em herin, were bi me ra bijî[76].

Gorî êzdîyan, ocaxa pêşîyan ewqas ziyaretî bû, ku bi bawerîya wan bi hêza batinî dîwarên ocaxê dikaribûn fire bûna, teng bûna û h.w.d. Ev fikir di hikyata kurdî ya Kî bi qewat e da bi awayekî zelal xuya dibe.

Bi fikira qedirgirtina mezinê malê, gava behs dihate ser bûka malê, digotin: Bûka me ji ocaxa kal û bavên çê ye. Gava dê û bav dua li ewledên xwe dikirin, digotin: Dua kal û bavan li we be.

Bi vî awayî, ocax bal êzdîyan bûbû wek tiştekî ziyaretî, ku tê da xwedîyê malbetê û ruh cîyê sereke digirtin. Di bawermendîya êzdîyan da di ocaxê da mezinê malê yê pêşin parastvanê malbetê dihate hesibandin û ew bi hêz û quweta xwe bi ocaxa xwe ra di nav pêwendîyan da bû.

Karê parastina ocaxa êzdîyan dikete ser milê malxwêyê malê, yê ku ji zureta wî kesî bû, ku bingeha ocaxê danîye. Bal kurdan ocax û bingehvanê ocaxê femdarîyên wisan in, ku ji hev nayêne cudakirin-qetandinê.

 

 

 

-. , , . . " " - - . . , , . , . .

, , . .

, , , , , , , , . , , , , .

. . -, - . .

- . , . . . , , , / /. , - , - .

, . , , , , ..

, , , , .

[77] , . - , . - , - . , : " " (Bira şên be ocaxa kal ú bavêd te). .

. , : " " (Serê kal û bava ocaxa wankim).

, , , () . , , , . . , , , .

, , . -, : " " (Ocaxa te xirabbe) " " (Ocaxa kalbava te xirabbe).

: " " (Xudê ocaxa te şênke) " '' (Bira destê Melekêtaûs timê ser ocaxa tebe). , . , , : " " (Xulamê ocaxa kalbavê teme) " " (Ocaxa kalbavê te time şên be) ..

.[78] , . / / .

. // : ", , ."[79]

, , ( ). .

, : " " (Bûka me ji ocaxa kal û bava xirab nîne) , , : " " (Duayê kal u bava ser we be).

, , . , , , , .

( ), . .

 

4. Hebandina ruh

(Bawermendîyên hindava ruh da)

 

Gorî êzdîyên Xwedênas di dinyayê da ruhên qenc û xirab hene, ku li her deran in, him li ezmanan in, him li ser erdê ne, him jî di bin erdê da ne.

Fikira qencîyê û xirabîyê di bingeha dînê Zerdeştîyê da jî heye. Bi bawerîya gelan ew herdu hêzên batinî bi hev ra di nav dijîhevbûnê da nin.

Bi bawerîya êzdîyan ew her tiştê ku karê tîne, ew tiştên qenc in, lê ew her tiştê ku zirarê tîne, ew tiştên xirab in.

Gorî hinek zanyaran, fikira heyetîya qencîyê û xirabîyê, ku heta îro jî heye, ne bi destî dînê Zerdeştîyê an jî dînê Xaçparêzîyê derbazî nava êzdîyan bûye, lê ew berî dewrana me xuliqîye.

Di nava mîtologîya kurdan da ruh bi qeretûyê merivan, heywanan, milyaketan dîyar dibe, carna jî ew ne xuya ye, lê tevî jîyana merivan dibe.

Bal hindên Amêrîkayê jî bawerîyên wî awayî hene. Gorî F. Êngêls: Hind bi wehîştîyên xwe va miletekî dîndar e. Mîtologîya wana heta niha jî bi çevê rexnekirinê nehatîye lênihêrandinê. Ewana bawerîyên xwe yên dînî, di nav wan da ruh jî, bi qeretûyê merivan va şirovedikin, lê dereca hovîtîyê ya here jor, ku ew bi xwe li ser rûniştibûn, rê nedida wan, ku rastîyê fêm bikin[80].

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku ruhên neqenc xirabîyê ji merivayê ra tînin, zirarê didine endamên malbetan, lê ruhên qenc merivan ji ruhên neqenc diparêzin. Ji ber wê jî gerekê xwe li ruhên qenc bigirin, xwerina para wan bidine merivên destteng û belengaz, eger wisa nekin, ruhên qenc wê hêrsa xwe rakin, wê îdî himberî ruhên neqenc şer nekin an jî wê xwe bidine alîkî.

Berê neferên mala kurdan, ji biçûkan bigire heta mezinan, jin û mêr, temamîya kar û barên xwe wisa teşkîl dikirin, ku dilê ruhên qenc li xwe nehêlin. Bona dilê ruhên qenc bikirin, hêrsa wan ranekin, êzdîyan gelek caran qurban didan, hinekan jî diçû bal şêx û melleyan bona ewana ji wan ra niviştê çê bikin, ku ruhên neqenc zirarê nedine wan.

Xên ji ruhê pêşîyê malbetê, ku dikaribû bi xwe jî bûbûya ruh û neferên mala xwe biparasta, bal êzdîyan herwiha horî û melekên malbetê hebûn, ku xwedî li ruhê her neferekî malbetê derdiketin, mal û hebûna wan diparastin. Ew horî û melek ev kes bûn: Milyaketê malê, Dewleta malê, Gavanê Zerzan, ku dewarên malê diparast, Memê Şivan, ku parastvanê pêz bû û h.w.d. û bona qedirgirtina wan di demeke salê da, piranî di Beranberdanê û zayîna pêz da êzdîyan pezekî ku ji berê da duruf kiribûn û herwiha dewar jî qurban didan û rojekê jî rojî digirtin.

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku di sitêra malê da ruh heye, ango ruh di sitêr da dijî, ku ew ruh carna, piranî di dema qezayan da, bi şevan dengan derdixe, bi ruhên qenc yên mayîn ra dipeyîve, şerê ruhên neqenc dike û nahêle ku ew bikevine malê. Ew ruh di dema êrîşa dizan û qaçaxan neferên malê hişyar dike, lê heta wî çaxî ew dikeve qilxê gornepişîkan û himberî dijmin û neyaran disekine, bona ew ji wî bitirsin, nekevine malê, heta neferên malê hazirîya xwe ya berxwedanê nebînin.

Gorî êzdîyan, ruhên gerok jî hene. Ewana timê qencîya merivan dixwezin, himberî ruhên li malan, diha xurt û bi hêztir in, bi wan ra zoraya Xwedê heye, ew ne tenê alîkarîya êzdîyan dikin, lê herwiha alîkarîya hemû merivayê dikin. Navê ruhekî wisa Îbrahîm Xelîl e, ku gorî dîndaran sifira malê ji destdirêjayên ruhên neqenc diparêze. Lema jî êzdî piştî nanxwerinê dua li sifira nên dikin, dibêjin: Bira dua Îbrahîm Xelîl li vê sifirê be.

Bawermendîya di hindava ruhên qenc da bal gelek miletan heye. Ermenîyên Vaspûrakanê ser wê bawerîyê bûn, ku ruhên malan di nav bedena maran, horî melekan an jî bi qilxê merivan di qulên dîwaran, bin ban, zêrzemînan da dijîn û carna tên seredana neferên malê. Neferên malê qedirê wana gelekî digirtin û bawer bûn, ku xweşbextîya mala wan bi wan va girêdayî ye.

Bal miletê os jî ruhên malparastinê hene, ku bi qilxên kuran, keçan, berxên sîs (sipî), bizinan û heywanên mayîn va dijîn. Os ser wê bawerîyê bûn, ku tenê milyaket û zarên sava dikarin ruhên malan bibînin, ew jî tenê şeva sala teze[81].

Di nav bawermendîyên êzdîyan da ruhbera bi navê Xatûna Ferxan eyan e, ku alîkarê ji dayîkbûyînê ye û bona çev li zarokên tezebûyî nekevin, dê û zar çil rojan bi tenê dihîştin, ango tu kes nikaribû berî 40 rojan zarê bibîne.

Êzdî bawer dikirin, ku xên ji ruhên qenc, di nav tebîyetê da ruhên neqenc jî hene, ku tenê zirarê didin, dijminên hemû merivan in, herwiha dijminên zarên tezebûyî ne jî.

Dayka êzdî ya zara tezebûyî 40 rojan ji mal dernediket bona ruhên neqenc zirarê nedine wê û zarê.

Ev edet heta niha jî hema bêje wek berê tê parastinê.

Aşûrîyan bona zarên xwe yên tezebûyî ji ruhên neqenc biparastana, bi şûran dora zarê cixîzên xaçkî dikişandin û paşê şûr û Încîl datanîn ber serê zara sava.

Gurcên Kaxêtê bona zarên xwe yên tezebûyî ji ruhên neqenc biparêzin, kêr an jî perçeyên hesinî datanîn ber serê zarê[82], lê miletê xevsûr zara tezebûyî 40 rojan ji mal dernedixist û ew nîşanî tu kesî ne dikirin[83].

Gorî êzdîyên Xwedênas eger Xatûna Ferxan ji bal zara tezebûyî here, neyar wê dil û cegerê zarê derxistana û birevîyana.

Berê êzdîyan 40 rojan serê zara tezebûyî ne dişûştin, ji ber ku ser wê bawerîyê bûn, ku di nava avê da ruhên neqenc hene, ku ew dikarin zirarê bidine zarê, lê piştî 40 rojan ew ruh hêza xwe hindava dê û zarê da winda dikirin. Tenê pey 40 rojan ra serê zarê dişûştin, 40 kevçî av li serê wê dikirin û heft caran gotina xwe dubare dikirin:

 

Çil çû ji xwe ra

Zar ma ji me ra.

Gorî vî edetî, ku di nav gelek miletan da heye, nexweşî û mirina zarê bi ruhên neqenc va girêdayî ye, lê saxlemî û kêfxweşîya zarê jî bi ruhê qenc va girêdayî ye.

Êzdî bona ruhên neqenc ji zarê dûr bixin, li defê dixistin, dikirine qareqar, dengên ne gorî merivan derdixistin. Eger zaro bi xwe va biçûya (bixeriqîya), hesp dibirine bal wê, hesp mecbûr dikirin ku bike hîre-hîr, bona ruhên neqenc ji wî dengî bitirsin û ji wan deran herin.

Dema zar an jî merivekî nexweş bixeriqîya, di nav hewê da gulle agir dikirin, dora cî û nivînên wan perçên hesin datanîn, gustîl dikirine destên wan, bona ew bi xwe va neçin. Eger jin bixeriqîya, şûr datanîn nava destê wê yê rastê, bizinek serjê dikirin û kezeba wê ji kulekê davîtine derva, ku ruhên neqenc bi wê yekê va bêne xapandin[84].

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku ew elk û ruhên neqenc yên din di nav zinaran, qûmistanan, keviran, şikeftan û di warên tarî da dijîtin, lê ruhên qenc li daristanan, baxçeyan û mêrgên gulvedayî da dijîtin.

Bal êzdîyan ev bawerîyên ruhanîyê gihîştibûne wê derecê, ku ew ser wê fikirê bûn, ku ruh dikarin li deştan, gelîyan, qulçên tarî da bikevine nava zikê merîyan û meriv ji vê yekê dikarin bibin kesên bêhûde, çevbirçî, zikreş. Gorî êzdîyan ruhê ku di nav zikê kesê birçî da dima, bi wî ra xwerina wî dixwer, para wî jê distend, lema jî meriv ji çapê zêde dixwer, lê têr nedibû. Êzdî derheqa kesê ku zêde dixwe ra dibêjin: Tu dibêjî qey cin pê ra dixun.

Gorî bawermendîyan ruhên wisa jî hene, ku zarokan dixapînin, wana didizin, lê nakujin, çend rojan bi wan ra dilîzin, direqisin, şa dibin, paşê wana verêyî malê dikin. Zarên ku rê winda kiribûn, ji wan ra cinebrî dihate gotin.

Di nav edetên kurdan yên dewatan da jî bûyerên wisa hene, ku bona wê ne, ku ruhên neqenc zirarê nedine bûk û zavê. Gava cîyê bûk û zavê datînin, ango şeva pêşin, û zava nikare karê xwe bike, dibêjin Cina lêxistîye, an jî Hatîye girêdan.

Bona şeva pêşin bûk û zavê ji ruhên neqenc dûr xweykin, li ser derîyê ku bûk û zava gerekê şeva pêşin bi hev ra derbaz bikin, du pîrên perçeyên hesin di dêst da didane sekinandinê, yên ku gerekê ewqas wext li wir bimana, heta bûk û zava karê xwe xilaz bikirana.





:


: 2016-11-18; !; : 510 |


:

:

, , .
==> ...

1341 - | 1260 -


© 2015-2024 lektsii.org - -

: 0.043 .