.


:




:

































 

 

 

 


Ccedil;end gotin




EMINE EVDAL. BAWERMENDIYEN KURDEN EZDI.

. - ()

 

 

 

Weşanxaneya Akadêmîya Zanyarî ya Komara Ermenîstanê

Yêrêvan 2006

 

Ev pirtûk sala 2006an girêdayî 100 salîya bûyîna Emînê Evdal ra bi zimanê ermenî çap bûye. Ew bi alîkarî û piştgirîya ewledên êtnograf-kurdzanê kurd yê bi nav û deng Rozayê û Efan ronayî dîtîye

 

100-

()

 

Ccedil;end gotin

 

, - () , , , . 100- . 2006 . ( ), () . www.ezid.ru.

, , - () .

, , , XIX . , , , , , , , . , .

. , , , , , - , , .

, , , .

, . , / / . . . . 1944 . . . . , . .

. , , . , , , , .

 

 

*

 

Emînê Evdal karmendekî kûltûra kurdan yê berbiçev bû. Ew nûnerekî wê nisleta ronakbîrên kurdan bû, yên ku di salên 20-30î da ew qewil û şertên li Ermenîstana Sovêtîyê ji bo gelên kêmjimar hatibûn sazkirinê, bi aqilanî bi kar anîn û keda mezin kirin di nava pêşdabirina kûltûra kurdan da. Kurdên ku ji zulm û xezeba Tirkîyê filitîbûn û berê xwe dabûne Ermenîstana Sovêtîyê û piranîya wan kurdên êzdî bûn, li vir ne tenê erf û edetên xwe parastin, lê herwiha kûltûra xwe pêşda birin. Taybetmendîyeke wan deman ew bû, ku ronakbîrên kurd yên kêmjimar mecbûr bûn karên nivîskarîyê, kurdzanîyê, rojnamevanîyê û mamostatîyê bikin.

Di wan salan da Emînê Evdal li her deran xuya dibû: li ocaxa amadekirina kadroyên miletîyê, ango zanîngeha mamostayan, di rêdaksyona rojnameya kurdî ya Rya teze da, di karê amadekirina pirtûkên kurdî yên dersan, berevkirina zargotinê, xuliqandina têrmînên kurdî û rastnivîsandina zimanê kurdî da.

Lê karê wî yê bingehîn êtnografîya gelê wî bû, xwesma pirsên ku bi êtnografîya kurdên êzdî va girêdayî bûn. Gerekê bê destnîşankirinê, ku di navbera êtnografîya kurdên êzdî û kurdên ser dînên mayîn da taybetmendî û wekehevbûn hene. Lê ew yek jî ber çevan e, ku îslamê tesîra xwe li ser erf-edet û bawermendîyên kurdên êzdî hîştîye. Bi vê yekê va girêdayî bal êzdîyan erf û edetên kurdan yên berî îslamê paqij hatine parastinê û di hêla zanyarîyê da xwedî qîmetê bilind in.

Van salên dawî derheqa bawermendîyên kurdên êzdî da bi zimanên îngilîsî, almanî, erebî û zimanên din gelek berhemên hêja ronahî dîtine. Gelek giring e bidine kivşê, ku kurd bi xwe bi pirsên ayîna dînê kurdên ku musulmanî qebûl nekirine mijûl dibin. Gotina me him derheqa zanyarên kurdên êzdî, him jî kurdên musulman da ne. Û wî karî bi serketin dikin. Berhemên zaneyên pirsên bi ayîna dînê êzdîyan va girêdayî, wek Xelîl Cindî, Pîr Xidir û yên din ji zanyarên bi pirsên dîn va mijûl dibin, nas in.

Îro Kurdistana Başûr (Kurdistana Îraqê), ku li ser riya çêkirina dewleta xwe ye, guhdarîyeke mezin datîne li ser pirsên êzdîtîyê. Eva îdî 15 salan zêdetir e, ku li bajarê Dihokê Navenda zanyarî-ronahîdarî ya bi navê Bingeha Laliş kar dike, ku bi pirsên ayîna dînê êzdîyan va mijûl dibe. Hukumeta Kurdistanê qewilên here baş saz kirine bona ew bingeh bi kardarî bixebite. Weke 30 fîlîalên vê rêxistinê li cî û wargehên ku kurdên êzdî lê dimînin, hene. Li vir kovara Laliş ya zanyarî-kûltûrî çap dibe.

Hewaskarîya ber bi êzdîtîyê wisa mezin bûye, ku berhema kurdzanê mezin Emînê Evdal ya bi sernavê Bawermendîyên kurdên êzdî wê di nav zanyar û xwendevanan da bi dilalavî bê qebûlkirinê.

Xebata rêdaktorîkirin û amadekirina vê berhemê ji bo çapê ya serwêrê beşa Înstîtûta Arkêologîyê û Êtnografîyê ya Akadêmîya Zanyarî ya Ermenîstanê layîqî qîmetê herî bilind e.

 

Gotina akadêmîk Şekroyê Xudo

 

. , 20-30- . , -, , , . , , , . . - , " ", , , .

, , , , -. , - . , , , -. - - , .

, , , -. , - , , . -, -. , .

// , , . 15 . - " ", - . . 30 -. "", .

" -" .

. .

 

... 12.09.2006.

 

*

Karmendê bi nav û deng yê kûltûra û ulmê kurdî

Zulma here mezin ji bo merivayê - şerê hemcihanê yê yekemîn, zirareke mezin gîhande gelê kurd jî, xwesma kurdên êzdî. Di wan salên hele-belê da gelek kurdên êzdî bi ermenîyan ra tevayî bi awayekî ji dest agirê şêr û wehîştîya tirkan mihacirî Ermenîstana Rohilatê bûn.

Xortekî 13 salî jî di nav wan da bû: ew Emînê Evdal bû. Ew sala 1919an bû.

Emînê Evdal di sala 1906an li gundê Emençayîrê, herêma Dîgorê, qezaya Qersê ji diya xwe bûye.

Emînê Evdal sala 1923an li paytextê Gurcistanê - Tbîlîsîyê, fakûltêta palan ya bi zimanê ermenî da tê qebûlkirinê. Li vira jî ew çavnasî edebîyetê dibe, ku di zarotîyê da xeyala wî bû û zargotina gelê wî di wî karî da gelek alî wî kir.

Piştî temamkirina fakûltêta palan, sala 1926an, E. Evdal diçe gundên kurdan yên navçeyên Aparanê û Talînê da dersdarî dike. Xortê gihîştî û serwext li vir ji nêzîk va bi jîyana gelê xwe ra dibe nas, zargotina gel wî zendegirtî dihêle, her tiştî dike bona şûndamayîn û nexwendîtî di nav gelê wî da bê hilanînê. Zar û mezinên kurdan di dibistanên kurdî yên gundên kurdan û dayîreyên hilanîna nexwendîtîyê da hînî xwendin û nivîsara kurdî dibin, ku heta testîqbûna qeydên Sovêtîyê ew yek ji wan ra wek xewnan dihat. Emînê Evdal hema ev pêşketin di pirtûka xwe ya serpêhatîyan ya bi sernavê Casim û Tosin da bi awayekî bedewnivîsarê nitirandîye.

Ji destpêka salên 30î karkirina Emînê Evdal diha berhemdar û adan dibe. Ew di fakûltêta ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê ya dîrokê da dibe xwendkar. Bi xwendinê ra tevayî ew karê sêkrêtarîya rojnameya Rya teze dike û heta sala 1964an bi nivîs û şêwrên xwe va alîkarîya rojnameya kurdî dike. Ew li wir dibe nivîskar û wergervan, zimanzan û pêdagog, êtnograf û zanyar.

Ji sala 1931ê heta dawîya sala 1950î ew di dayîreyên kurdan û ermenîyan da (Zanîngeha kurdî ya pêdagogîyê, beşa kurdî ya xwendinxaneya Ermenîstanê ya pêdagogîyê, kûrsên amadekirina mamostayên ziman û edebîyeta kurdî) bê navbirî karê dersdayînê dike û ji bo wî karî sala 1954an navê Mamostayê emekdar yê Komara Ermenîstanê didine wî.

Hema ji wî wextî jî ew dest bi karê pêdagogîya zanyarîyê û zimanzanîyê dike. Ew di salên 1932-1936an da bi Hecîyê Cindî ra tevayî pirtûkên dersên ziman û edebîyeta kurdî amade dike. Pirtûka dersan ya bona koma 4an, ku ewî amade kiribû, bi hinek serdazêdekirinan va di salên 1947, 1948, 1951 û 1954an da ronahî dibîne.

Sala 1936an pirtûka wî ya bi sernavê Mêtodîka hînkirina herfnaskirinê, lê sala 1937an Mêtodîka zimanê kurdî ronahî dibînin û eva dawî bi hinek guhartinan va sala 1953an da jî çap dibe. Bi Hecîyê Cindî ra tevayî ew sala 1936an programa zimanê kurdî bona dibistanên navîn, lê sala 1958an bona dersxaneyên 2-4an amade dike. Hela di sala 1933an da ew û Hecîyê Cindî Ferhenga ermenî-kurdî, lê sala 1936an Ferhenga têrmînologîyê amade dike. Bi vî awayî dest bi hîmdanîna zimanzanîya kurdî dibe û ew kar Emînê Evdal dest pê dike. Sala 1952an pirtûka wî ya Zimanê kurdî (gramatîka û rastnivîsandin) çap dibe. Di paşdemê da jî ewî ew kar berdewam kirîye û lêgerîneke nû çap kirîye: Rastnivîsandina zimanê kurdî û ferhenga rastnivîsînê. Ewî herwiha rêdaktorî li çend pirtûkên kurdî yên dersan kirîye.

Di wan deman da Emînê Evdal bê westan karê nivîskarîyê û wergerê jî dike. Haya wî rind ji zargotina kurdan ya dewlemend hebû. Ewî gelek nimûnên zargotinê veçêkirine û gelek berhemên edebî nivîsîne. Di salên cuda-cuda da (di salên 1931, 1932, 1935, 1936, 1937, 1956) weke 60 berhemên wî yên edebî derketine, di nav wan da helbest, destan, serpêhatî û yên din û piranîya wan di berevokên cuda da cî girtine. Ji nav wan yên berbiçev ev in: Zembîlfiroş, Beko, Gulîzer, Memê û Zînê, Evdalê Zeynikê, Mehmûd beg û Mûsa, Şamê û Zozê, Zelîxe û Fetula, ku hemû jî bi kurdî çap bûne. Ev berhem jî bi ermenî çap bûne: Anûş garûn (Bahara xweş), Sîrêrg (Sitirana evîndarîyê), Garûn (Bahar), Elegez, Komîtas û yên din. Gelek berhemên wî bi zimanên ermenî û rûsî hatine wergerandinê û ji alîyê xwendevanan da bi dilalavî hatine qebûlkirinê.

Emînê Evdal bi çend nivîskarên kurd yên bi nav û deng ra ji navê komela nivîskarên kurd ya rex Yekîtîya nivîskarên Ermenîstanê tevî dehrojîyên edebîyet û hunermendîya Ermenîstanê li Moskvayê bûye (di salên 1939 û 1959an da) û li wir ewî destanînên kûltûra kurdan raberî miletên din kirîye. Berhemên wî yên bijare sala 1956an girêdayî wan dehrojîyan ra, bi zimanê rûsî di berevoka bi sernivîsa Şayîrên kurdên Sovêtîyê da çap bûne. Emînê Evdal bi H. Cindî, C.Celîl û yên mayîn ra tevayî edebîyeta kurdî bi wergerên berhemên ji rûsî û ermenî va daye dewlemendkirinê. Ewî berhemên Hovhannês Tûmanyan Gîkor, Se û pişîk, Xwedî û xulam, Maro wergerandine kurdî, gelek berhemên wî di antolojîya Berhemên nivîskarên kurdên Sovêtîyê, cildeya 4an da, herwiha di pirtûka dersan ya bona koma 4an da çap bûne.

Emînê Evdal di helbesta xwe ya Ji bo Komîtas da bi qelema xwe ya adan va rewş û dêmê kompozîtorê mezin bi hostatî nitirandîye.

Di nîveka salên 1950î da destana Emînê Evdal ya bi sernavê Gulîzer ronahî dît. li wir zanebûnên wî yên di hêla nivîskarîyê-efrandinê da geş xuya dibin. Li wir psîkologîya gelê kurd, deb û erf-edet, evîn û kul-derd, berxwedan û binketinên wê bi hostatî hatine nitirandin.

Têma efrandinên Emînê Evdal jîyana gelê wî, têkoşîna sinifîyê, evîndarî, tebîyet, rewşa jinê, erf-edet û bawermendîya milet, jîyana kurdan ya nû, jina kurd a azad, welatparêzî û întêrnasyonalîzm bû.

Keda Emînê Evdal pir e di karê bi ulmî-zanyarî şirovekirina kûltûra kurdan ya pirsedsalan, erf-edet û rabûn-rûniştina gel da.

Sala 1936an bi saya hereketê Emînê Evdal û Hecîyê Cindî yê bi salan berevoka pirbelge ya Folklora kurmanca ronahî dibîne, ku tê da sertacên zargotin-folklora me cî digirin.

Pişt ra Emînê Evdal sala 1944an aspîrantûrayê temam dike, dîsêrtasîya xwe dinivîse, dibe doktor û heta kutasîya emirê xwe (sala 1958an) di Akadêmîya Ermenîstanê ya Zanyarî da dibe kurdzan. Ewî weke deh xebatên ulmî nivîsîne. Ji wana yên berbiçev ev in: Jina kurd di mala eşîrtîyê (patrîarkalîyê) da (Yêrêvan, 1948), Heyfhildana xûnê di nav kurdan da û hilanîna paşmayînên wan di qewilên Sovêtîyê da (Yêrêvan, 1952), Deba kurdên Pişkavkazê (Yêrêvan, 1957), Pêwendîyên pismamtîyê-qewimtîyê di nav kurdan da (Yêrêvan, 1965, kurmancî), Kûltûra kurdên Ermenîstana Sovêtîyê (Yêrêvan, 1960, bi rûsî) û yên din. Ewî dû xwe ra gelek berhemên çapnekirî hîştine, ji wana ya here giring Bawermendîyên kurdên êzdî ye, ku niha di destê we da ne.

Emînê Evdal ne tenê zaneyê êtnografîya û zargotina gelê xwe ye, lê ewî herwiha nimûnên ku ji ruh û sewdeyê miletê wî derketîye, bi ulmî şirove kirîye, qîmetê wan yê zanyarîyê dayê û rê û dirbên helkiririn-şimşatkirina wan nimûneyên di qewilên Sovêtîyê da anîye ber çevan.

Bingehê helbestên Emînê Evdal ji kanîya zargotina gelê wî dixulxulin û lema jî berhemên wî bi welathizîyê û biratîya gelan va perwedekirî ne. Ji berhemên wî dêmê Emînê Evdal yê nivîskarîyê, ulmdarîyê, pêdagogîyê, bajarvanîyê tê ber çevan.

Cîyê Emînê Evdal di karê pêşdabirina edebîyeta kurdan, pêdagogî û ulmê kurdî da pir bilind e. Emînê Evdal, Hecîyê Cindî, Erebê Şemo, Qanatê Kurdo û ewledên kurdan yên bi nav û deng bi berhemên xwe va zimanê kurdî yê edebî hel kirin û şimşat kirin.

 

Profêsor Dêrênîk Vardûmyan

 





:


: 2016-11-18; !; : 612 |


:

:

: , .
==> ...

1458 - | 1434 -


© 2015-2024 lektsii.org - -

: 0.12 .